Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) rapora xwe ya salane ya li ser binpêkirinên mafan weşand. Rêxistinê di beşa rapora xwe ya derbarê Îran û Rojhilatê Kurdistanê de bi taybetî behsa serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir.
Êşkence û destdirêjiyê bi kar tîne
Di rapora rêxistinê de behsa hewldanên bêdengkirina serhildana ‘Jin jiyan azadî’ hate kirin û herwiha dadgehkirina bê edaletî û êşkenceya xwepêşanderan hate kirin. Hate gotin, binpêkirinên mafên mirovan li Îranê li hemberî xwepêşanderan zêde bûne, saziyên ewlekariyê yên Îranê ji bo bêdengkirina nerazîbûn û ruhê şoreşgerî yê ciwanan, li dijî xwepêşanderan êşkence, destdirêjiya cinsî bi kar tînin.
Cezayê bidarvekirinê zêde bûye
Di beşeke din a raporê de tê gotin; “Hêzên Îranê bi awayekî ne yasayî ji bo bêdengkirina xwepêşanderan, sûdê ji şerê çekdarî werdigirin û dibin sedema mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesan. Kesên bi şêwazên aştiyane daxwaza mafê xwe dikin, ji aliyê desthilata Îranê ve tên girtin û bi hezaran kes jî bi awayekî ne adil hatine dadgehkirin. Herwiha rêjeya cezayê bidarvekirinê jî bi awayekî berçav zêde bûye û darvekirin li cihên giştî tê kirin.”
Medya dijîtal tê astengkirin
Rêxistinê di rapora xwe de ragihand ku jin, pêkhateyên olî û etnîkî qurbaniyên sereke yên siyaseta desthilata Îranê ne û hate gotin; “Desthilatdarên Îranê torên civakî sînordar kirine û kanalên televziyonê sansur kirine.”
NAVENDA NÛÇEYAN