• Hunermendê bi navê Oscar Oiwa bi bajarên mezin ên dinyayê daketiye û ev bajar bi awayekî fantastîk teswîr kirine. Wî ev teswîrên xwe yên mezin bi tabloyên mezin di pêşangeha xwe ya “Metropolîs” de bi cih kiriye. Oscar Oiwa bi nihêrîneke cuda îkonên ku li van bajaran navdar in xêz kirine. Xêzên wî yên reş û spî yên weke kolajan bê hemd bala xelkê dikşînin ser xwe. 

Li ser rûyê dinyayê hin bajar hene ku mirov ji wan gelek hez dikin. Her çend mîmarî, çand û insanên li van bajaran neşibin yên wan insanan jî ew bi awayekî pêwendiyekê çêdikin bi van bajaran re. Yanî hin bajar hene bi heybeta xwe dibin hevrêyên insanan jî. Têkiliya insan û bajaran gelek caran bi ruhê wî wextê ku mirov diçe serdana wan ve jî girêdayî ye. Lê gelek mirov hene bêyî ku hin bajaran bibînin ew ji dûr ve jî dikarin ji hin bajaran hez bikin û têkiliyeke taybet ya ruhî bi wan bajaran re ava bikin. 

Hunermendê bi navê Oscar Oiwa jî bi gelek bajaran re têkiliyên taybet ava kirine. Gava mirov li hin xebatên wî dinihêre mirov ev yek bi rehetî dibîne bê ka wî bi çi awayî bi van bajaran re têkilî ava kirine. Nexasim jî bajarên weke Tokyo, Parîs, Rio de Janeiro û New York çend bajarên girîng in ku wî bi wan re têkiliyên taybet ava kirine û resmandiye. Wî resmên mezin ên reş û spî yên van bajaran çêkiriye. Oscar Oiwa ev resmên xwe yên mezin û fantastîk di pêşangeha xwe ya bi navê “Metropolîs” de kom kirine û bi rêya vê pêşangehê nîşanî xelkê dide.

 

Olîmpiyat û îkonên di olîmpiyatan de

Tabloyê wî yê bi navê “Zeûs” yek ji wan tabloyên herî girîng yê pêşangeha “Metropolîs” e. Gelek hûrgilî, nîgaş û xêz hene li ser vî tabloyî. Oscar Oiwa li gel xeyalên xwe, tiştên rasteqîn jî xêz kirine. Tabloyê “Zeûs” qederê 22 metre mezin e û bi hurgiliyên xwe çavên bîneran diwestîne. Lê divê mirov ji armanca Oscar Oiwa têbigihîje û zanibe wî ev tabloyê mezin bi kîjan xemê resmandiye. Ew bi rêya Zeûsî, ango xwedayekî Yewnanî, li ser olîmpiyatên li dinyayê pêk hatine sekiniye. Di navbera olîmpiyatên kevn û yên nûjen de pirekê ava kiriye û têkiliya olîmpiyatan ya bi bajaran re nirxandiye. Oscar Oiwa dide zanîn ku lîstik û olîmpiyatên îkonîk di heman demê de bajaran jî di bin tesîra xwe de dihêlin. Gelek caran jî piştî ku olîmpiyat bi dawî dibin hemû îkonên di dema olîmpiyatan de derdikevin pêş di bîra civakî de mayînde namînin û zû tên jibîrkirinê. 

 

Tesîra olîmpiyatan ya li ser bajaran

Oscar Oiwa dide zanîn ku baş û nebaşiya olîmpiyatan ji bo bajaran hene û ev mesele bi vî awayî rave dike; “Tesîra olîmpiyatan ya li ser bajarên mezin gelek e. Newasim jî çalakiyên werzîşê. Ev olîmpiyat di heman demê de çandekê jî ava dikin li van bajaran. Di warê çand, aborî û her wiha civakî de xwedî tesîrên mezin in ev olîmpiyat. Lê ji hêlekê ve jî ji ber sedema van olîmpiyatan li hawirdorê pirsgirêk peyda dibin. Ji ber ev olîmpiyat bi pereyekî mezin tên çêkirin di warê civakî de dibin sedema hin aloziyan jî.” Oscar Oiwa di van xebatên xwe yên li ser bajaran de li ser nakokiya van olîmpiyatan û her wiha bermahiyên wan disekine.

 

Xweda û maskot di tabloyekî de

Oscar Oiwa di van tabloyên xwe yên li ser bajaran de teswîrên xweda û maskotan bi hevre derdixe pêş. Ew di van tabloyên xwe de ji hêlekê ve behsa Zeûsê ku di olîmpiyatên Yewnanî yên kevn de cihekî girîng digirt dike û ji hêla din ve jî Teyrê Sam yê Olîmpiyatên Los Angelesê (1984) teswîr dike. Yek xwedayekî tirsnak bû û yek jî temsîlkarekî şên yên olîmpiyatan bû. Oscar Oiwa her wiha ev pirs jî tîne bîra mirov. Gelo dibe maskotên îro xwe di şûna xwedayan de dibînin? Yanî maskot ketine cihê xwedayên kevn yên di olîmpiyatan de? Dema mirov li tabloyên wî dinihêre ev tişt pêkan in. Mirov dikare tabloyên wî yên ku bajarên mezin ên dinyayê bi awayekî fantastîk teswîr kiriye bi şiroveyên cuda binirxîne.

 

Oscar Oiwa kî ye? 

Oscar Oiwa di sala 1965’an de li bajarê Sao Paulo yê Brezîlya hatiye dinyayê. Malbata wî ji Japonyayê koçî Brazîl kiriye. Wî di Zanîngeha Sao Paulo de li ser mîmartî û bajarvaniyê perwerde bûye. Di dema zanîngehê de bala wî çûye ser hunerê nûjen û li galeriyan ev huner şopand. Wî demekê li Bîenala Sao Paulo asîstanî jî kiriye. Pêşangeha xwe ya solo cara ewil li zanîngehê vekir. Her wiha di sala 1921’an de beşdarî Bîanela Sao Paulo ya 21’an bû. Ew di navbera salên 1991 û 2002’an de bi şîrketên mîmartiyê re xebitî û demek dirêj li Tokyo ma. Lê piştî sala 2002’an li New Yorkê bi cih bû û niha li wir dijî. Li gelek welatan pêşangehên wî vebûne. Pêşangeha bi navê “Metropolîs” pêşangeha wî ya dawî ye ku niha li New Yorkê hatiye vekirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN