Mesele ne app e

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 17 Îlon 2020 - 23:00

Hikûmeta Elman bi awayekî sîstematîk cudakeriyê li dijî zimanê bêhtirî milyonek Kurdên li Elmanyayê dike. Di helwêsta xwe ya appa hişyarkirina li dijî Covid-19´ê de jî ev yek piştrast kir. Kurdên Elmanyayê wê karibin li dijî vê têkoşînê mafên xwe bi dest bînin yan na, ev girêdayî xebata wan e.

Hikûmeta Federal a Elman Hezîrana bihurî bi çêkirina appeke ji bo telefonên destan a hişyarkirina li dijî Covîd-19´ê gaveke din li dijî vegirtina nexweşiyê avêtibû. Lê belê meseleyeke cudakeriya li dijî Kurdan xwe zûzûka nîşan da. Di nava zimanên tên plankirin de Kurdî nîne, tevî ku hejmara Kurdan li Elmanyayê ji gelek komên din zêdetir e. 10 Îlonê bersiva hikûmetê dayî Cem Ozdemîr jî nîşan dide ku ev cudakeriyeke sîstematîk e.
Li gorî daneyên Înstîtuya Robert Kochê 18 milyon mirovan ev app daxistiye û li telefona xwe suwar kiriye. Ev appa hanê bi elmanî, Ingilîzî û Tirkî pêşî hat amadekirin û hikûmetê da zanîn ku bi Erebî, Lehî, Bulxarî, Rumenî û Rûsî jî appê amade dike. Lê Kurdî di nava van zimanan de nîne. Di rojnameya me de jî nûçeya vê hat çêkirin.
Gelek komele û rêxistinên Kurdan mesele bi mafê xwe gihandina agahiyan a Kurdên neelmanîaxêv rave kiribe jî, mesele cudakeriya li dijî zimanê Kurdî ya li Elmanyayê ye. Jixwe beriya çendekê gava parlamenterê Partiya Keskan di Meclîsa Federal de Cem Ozdemir, pêşniyazpirsek bir meclîsê. Wî pirsî ka gelo tê plankirin di appa li dijî vegirtina Covid-19´ê de wê Kurdî hebe yan na. Hikûmetê bersiva vê pêşniyazpirsê wiha da: "Wergereke ber bi Kurdî ve ya appê halê hazir ne niyeta me ye." Di bersivê de ti sedem jî nayê îfadekirin. Tenê li ser pirsa Cem Ozdemir hatiye gotin, varyanteke bi Kurdî ya app´ê wê mesrefeke 250 hezar euroyî ji hikûmetê re çêke. Ya rastî, ev mîqdar jî nepixandî ye. Yanî hikûmetê bersivek daye, lê ew bersiv jî şaş e. Muhendisekî bernameçêker, salê herî zêde nesafî 62-63 hezar euroyan distîne û ew ê pirr kêmtir wext li bernameyê xerc bike; wergera hikûmet dide kirin jî serê "rêza normal" e yanî 55 derb bi herî zêde 1,6 euroyan. Yanî hikûmetê di texmîna xwe de muhtemelen mesref heşt qat zêde nîşandane.

360 Hezar Bulxar: Bulxarî
Milyonek Kurd: Tirkî û Erebî

Lê gava mirov li serjimaran dinihêre, tiştekî ecêb derdikeve pêşberî me: Li Elmanyayê 750 hezar Rumen hene, 360 hezar Bulxar hene û wergera ber bi zimanên wan ve dibe; beramberî vê herî kêm milyonek Kurd li Elmanyayê dimînin, lê wergereke ber bi Kurdî ve "ne niyeta hikûmeta federal e". Heger sedema wergerandina ber bi zimanekî ve ne hejmara civaka wî zimanî ye, naxwe li gorî çi wergera ber bi zimanên navê wan hildayî tê kirin!
Sedemeke cihê şermê heye ku carinan tê îfadekirin: Kurd bi Tirkî, yan Erebî yan jî Farisî dizanin. Heger em vê sedemê bi rastî qebûl bikin, diviyabû em bibêjin, her kesê li Elmanyayê bi Elmanî dizane û mesele safî bikira. Yanî hikûmeta Elman, Elmanî bikira xwedî îmtiyaz. Lê wisa nake, ya dike di encamê de dibe cudakariya li dijî Kurdî.

Cudakeriya li dijî Kurdan û Kurdî

Ev cudakariya hanê jî bi rapora Prof. Dr. Christian F. Majer hatibû piştrastkirin. Civaka Kurd Elmanyayê (KGD) bi wê ev rapor dabû amadekirin. Di raporê de di warê hiqûqî de li înkarkirina Kurdî û Kurdan û cudakeriya li dijî zimanê wan hatiye nihêrîn. Di raporê de hatibû tesbîtkirin ku nedîtina Kurdî di nav zimanên din de xala "Wekheviyê ya GG´yê (Qanûna wekheviyê) di xala 3.I û III de binpê dike".
Yanî dewleta Elman jî gava mesele Kurd in, qanûnên xwe binpê dike. Axir ka wê li ser nerazîbûnan û daxwazên civaka Kurd hikûmeta federal helwêsta xwe biguherîne yan ne, ne diyar e. Lê ya diyar ew e ku ji bo qebûlbûn û rêza ji mafên xwe yên sereke re Kurdên li Elmanyayê neçar in têbikoşin, lewma dewleta Elman jî dike ku ew xuya nekin.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.