Meşa ber bi mirinê ve

Duşem 8 Mijdar 2021 - 23:05

  • Di navê de gelek penaberên ji Başûrê Kurdistanê jî, bi sedan penaber bi carekê ji aliyê Belarûsê doh berê xwe da sînorê Lehistanê. 

Di navê de gelek penaberên ji Başûrê Kurdistanê jî, bi sedan penaber bi carekê ji aliyê Belarûsê doh berê xwe da sînorê Lehistanê.

Lê ji rewşa insanî ya xirab bêhtir, derdê Lehistanê qaşo "parastina sînorê" wê ye: "Em amade ne [bi 12 hezar eskeran] sînorê xwe biparêzin." 

Lê li ser sînorê Lehistan bi Belarûsê re ev bi mehan e ku bi sedan penaberên ji Başûrê Kurdistanê û Sûrî asê bûne. Ji wan di van demên dawiyê de ji serma, birçîna û nexweşiyê fermî 9 kes mirine. Li gorî rêxistinên alîkariya penaberan ên Lehistanî, ev hejmar zêdetir e. 

Doh hejmareke mezin a penaberan, dest bi meşa ber bi sînor ve kir û rayedarên Lehistanî jî ev dîmen parve kirin û gotin ew amade ne ku sînor biparêzin. Ji ber ku Belarûs jî vegera wan asteng dike, bi sedan penaber li daristanan di şertên gelekî dijwar de bê xwarin û ardû asê dimînin. Helwêsta Belarûsê ya asêkirina sînoran û ya Lehistanê ku li meseleyê weke parastina ewlekariya neteweyî dinihêre, meşa penaberan veguherandiye meşeke ber bi mirinê ve.

Li gorî çapemeniya Ewrûpî Belarûs bi rêya acentayên seyahetê ji Iraqê û welatên din ên Rojhilata Navîn penaberan dikişîne, da ku paşê wan biajo ser sînorê bi Lehistanê re.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.