• Nicole Tersigni, bi mîzaha xwe ya ku dîalogên di navbera mêrên li ser mijareke kêmtir ehlê meselê û şîretan li jinên ehlê meselê dikin, kitêbek nivîsiye û bi navê kitêbê şîreteke baş jî li jinan dike: Di Huner û Jiyanê de Mêrên Mirov xwe ji Wan Bide Alî!

Kitêbeke bi navê "Di Huner û Jiyanê de Mêrên Mirov xwe ji Wan Bide Alî" wê çi bîne bîra mirov? Nivîskara kitêbê Nicole Tersigni bersiv da vê pirsê. Kitêba wê bi Ingilîzî Tebaxa bihurî derçû. Nicole Tersigni, bi vê kitêbê komedî kiriye; jixwe ew nivîskara metnên komediyê ye. Lê bi vê komediya xwe rexneyeke cidî li mêran û helwêsta wan digire, ku li şûna jinan dipeyivin, heta li şûna jinan fikrên wan îfade dikin. Ew metnên kurt ên dîalogan li ser berhemên şêwekariya klasîk a Ewrûpî bi cih dike.
Men to Avoid in Art and Life (Di Huner û Jiyanê de Mêrên Mirov xwe ji Wan Bide Alî) kitêbeke welê ye ku di 96 rûpelan de ruhê mêran ku li şûna jinan dipeyivin, bi komediyê û resmên şêwekariya klasîk a Ewrûpî rave dike.

Mêr şîretan li xwediya hespî dike

Ev kitêba bi awayê xwe yekane, wan kêliyan zeft dike û bi komediyê nîşan dide ka çawa mêrek ji jinekê re mijarekê rave dike ya ku bi awayekî xuya û eşkere, jin ji wî bêhtir ehlê meseleyê ye.
Di nava van kêlî û rewşan de ew jî hene ku mêr ji jinan re mesela behsa anatomiya jinan dikin. Yan jî mêrên ku bi kubarî bi fîqêniyê pîskirina şanogeran diparêzin, yan jî şîretên li ser siwariya hespan li jinên xwedî hesp û wekî din.
Mirov dikare bibêje, xweşik rexne kiriye li wan mêrên kalîteya wan kêm lê tişta dibêjin weke gotinên dahiyane dibînin. Kitêb ji bo jinên bi sedsalan barê van mêran li ser milên wan e jî. Komediya hanê bi awayekî tekûz û biêşîne li rastiya mêran a li ser vê mijarê tê.
Yek ji van dîalogên di kitêbê de wiha ye:
- Gava tu siwarê hespekî yî, divê tu ewle bî ku te hefsarê wê qenc şidandiye.
- Ev hespên min in.

Empatiyeke xurt û mîzaheke bêqisûr

Bi empatiyeke xurt, di kitêbê de bi vî awayî ya rastî tecrûbeyên hevpar ên jinan hatine berhevkirin. Ev jî bi awayê berxwedanê yê herî xurt ê di dîrokê de hatiye kirin: bi kenî yanî mîzahê.
Nicole Tersigni ev hunerê jê ev kitêb peyda bûş li ser twitterê dabû destpêkirin û têra xwe jî navdar bûbû. Axir bi vî halê xwe ew kitêbeke baş e ku mirov dikare bi gelek mêran bide kirrîn jî, yan jî diyarî dost û hevalên xwe yên hêja bike. Ew jî dikarin pê li ser înternetê vê mîzahê dewam bikin.

LONDON