Merasîma Zêrîn a Firewnan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 6 Nîsan 2021 - 00:37

Li Misrê mûmyayên 18 Firewn û 4 Keybanûyan bi “Merasîma Zêrîn ya Firewnan” ku xwediyê kortejeke pirr dirêj bû ji Qahîre birin muzeya nû ya li Pîramîdên Gîza.

Di merasîmê de mûmyayên Fîrewnan yên ku beriya mîladê di navbera salên 1580 û 1085'an de hikim kiribûn, hatin hilgirtin da ku ciyên wan bê guhertin. Di nav van mûmyayan de mûmyayê Ramsesê 2’yemîn, 5.emîn, 6’emîn, 9’emîn, Sekenere Taa yê 2’yemîn, Setî yê 1’emîn, Sekenere, Tutmesê 3’yemîn, Hatşepsut, Meritamun û Ahmose Nefertari cî girtin. 

Hate diyarkirin ku berpirsyarên bi vî karî re mijûl, ev çend meh in ku amedekariya vî karî dikin. Rêwîtiya merasîmê nêzî 40 deqîqeyan dewam kir û hemû mûmya ji bo nehejin û zirar li wan nebe bi nîtrojenê ku di rengê zêrîn de bû hatin parastin.

Rêza kortejê li gor dema hikimkirina firewn û Keybanûyan hat diyarkirin û bi awayekî kronolojîk li dû hev ew birin muzeya Pîramîdên Gîzayê. Ev mûmya dê piştî 18'ê Nîsanê li muzeya nû ji bo li serdana xelkê bên vekirin, werin amadekirin. 

Komara Misrê, bi vekirina muzeya nû ya li Pîramîdên Gîzayê, hêvî dike ku tûrîzma wê zindîtir bibe û gelek kes biçin serdana Misrê.

QAHÎRE

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.