• Her sal 16’ê Adarê, ji bo qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê merasîmeke bibîranînê ya di asta hikûmeta Hewlêrê de fermî tê lidarxistin. 

Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê ragihand ku ji ber ku Helebce ji aliyê hikûmetê ve tê paşguhxistin, ew ê tevlî merasîma hikûmetê ya ji bo qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê nebin.

Her sal 16’ê Adarê, ji bo qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê merasîmeke bibîranînê ya di asta hikûmeta Hewlêrê de fermî tê lidarxistin.

Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê derbarê merasîma îsal de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Endamê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê, Hoşmen Murad got; “Bi salan e ku em dixwazin qêrîn û hewara malbatên qurbaniyên kîmyabaranê ragihînin, lê mixabin kesî nalîna qurbaniyên kîmyabarana Helebeyê nebihîstiye. Bi salan e, em li vir merasîma bibîranînê li dar dixin, bi dirûşme û sozan dawî lê tê. Bi dehan caran ev merasîm hatin lidarxistin.”

Murad da zanîn ku ew îsal tevlî merasîma hikûmetê ya ji bo qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê nabin û wek sedem jî got; “Em ê bi awayekî cûda merasîmekê ji bo bibîranîna şehîdan li dar bixin. Ji ber ku Helebce bi temamî hatiye paşguhxistin. Em tevlî merasîma ku hikûmet organîz dike, nabin.”

16’ê Adara 1988’an rejîma Beesê Helebce kîmyabaran kiribû û bêhtirî 5 hezar welatiyî di êrişê de şehîd bûn û bi hezaran jî birîndar bûn. 

ROJNEWS/HELEBCE