Meqamê Çilî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 9 Îlon 2020 - 23:00

Şêwekarê Kurd Alî Zulfikar bi bursa Wezareta Çandê ya eyaleta NRW´yê ji bo Cemaeta Elewî ya devera Unna, projeya xwe ya Meqamê Çilî çêdike.
Ali Zulfikar li ser daxwaza Serokê Cemaeta Elewî ya Unnayê Îsmaîl Koç û pêşniyaza Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê (AABF) ji bo Cemxaneyê projeyek sêwirand. Hunermendî qismê muhim ê projeyê li atolyeya xwe temam kir. Proje wê di 4 mehan de bi dawî bibe. Wî dest bi sêwirandina berhemên mayî yên projeyê jî kiriye.
Alî Zulfikar dibêje, "Di peywenda sêwirandinên min ên li vir, ez 12 Îmaman ji nû ve li gorî zîhniyeta me ya çandê û awayê me yê jiyanê ji nû ve bihûnim. Hozanên me ku bûne sembola Elewiyan Nesîmî, Pîr Sultan Abdal, Şah Hayati, Fuzûlî, Kul Himmet, Vîranî, Yemînî û weke nûneriya 17 dayikên me portreyên Fatma Ana, Zeynep Ana û Kadincik Anayê di nava kompozîsyonekê de çêkim." ROZA KORKMAZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.