Polîsên dewleta Tirk a dagirker li Mêrsînê bi ser mala Serokê Komeleya Alimên Oldar a Êlihê yê berê Mele Îzzettîn Ege de girtin û xistin nezaretê. Melle Îzzetên li mala hat binçavkirin mêvan bû. Polîsan di heman demê de bi ser mala wî ya li Êlihê de jî girtin.
Li navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê polîsan doh destê sibehê bi ser mala Mele Îzzettîn Ege (65) yê Serokê Komeleya Alimên Oldar a Êlihê lê mêvan bû de girtin. Ege ji bo serdana xizmên xwe ji Êlihê çûye Mêrsînê. Polîsan bi awayên hemwext hem bi ser mala Mele Îzzettîn a Êlihê de û bi ser mala lê mêvan bû de girtin. Polîsan piştî lêgerîna li malê Mele Îzzettîn binçav kirin.
Kurê wî Farûk Ege diyar kir ku polîsan bi gotina “em ê we biqedînin” gef li wan xwarin e û polîsan li ferdên malê dane.
MA/MÊRSÎN