Mekapê Dusseldorf hejand

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 26 Hezîran 2022 - 22:30

  • Dusseldorfê dawiya hefteyê mêvandariya bi dehhezaran Kurdî û dostên wan kir. Yek ji wan jî Fadile Sosin bû a ku xwişka şehîd Sosin Bîrhat e. Ew dibêje, “Ji bo ku em êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Şengal û gerîlayan li vir in. Em li cem gerîlayên xwe ne.”

ERDAL BAZ / DUSSELDORF

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin. Çalakî bi pêşengiya Defend Kurdistanê, bi slogana “Kurdistanê biparêze” hat lidarxistin. Ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Belçîka û Awusturyayê bi dehhezaran Kurd li Dusseldorfê bûn.

Xelk li meydana Graf-Adolf-Platz civiya û ji wir dest bi meşa xwe kir ya ku li Rheinufer veguherî mîtîngê. Zarok û mezin her kes li meşê ye. Di kortejan de malên tevî zarokên xwe balê dibin ser xwe.

Dîlanê tevî ku ew kincê ji bo parastina sîlehên kîmyewî lê mezin e jî, ji bo ku protesto bike, li xwe kiriye. Amarayê jî li ser mil û kolîka bavê xwe tevahiya meşê alaya YPG’ê hejand. 

Pêlava ku gerîlayên PKK’ê dixin piyê xwe, mekap sor weke sembola berxwedanê, di destê gelek kesan de bû. Lê maketa mezin a mekapekê esas mohra xwe li çalakiyê xist. Peyama wê jî eşkere bû ka çi ye û ji kê re ye. 

Em li cem gerîla ne

Fadile Sosin a ji Rojava, ji bajarê Elmanyayê Tielbornê beşdarî meşê bûye. Ew wêneyê xwişka xwe şehîd Sosin Bîrhat hildigire, ya ku 19’ê Tebaxa par di êrişa dewleta Tirk a bi dorneyê de şehîd bûbû. Ew dibêje, “Ji bo ku em êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Şengal û gerîlayan li vir in. Em li cem gerîlayên xwe ne.” 

Em ê li ber xwe bidin

Perîhan Akçelîk a 75 salî ji paytexta Awusturyayê Viyanayê tevlî meşê dibe û dibêje: “Ev sed sal in dewleta Tirk Kurdan qir dike. Niha jî gazên jehrî diavêje ser gerîla. Li dijî van êrişan heta ku Ewrûpaya qaşo mafê mirovan diparêze dengê me bibihîze, em ê li ber xwe bidin.” 

Li dijî qedexekirina PKK’ê

Necmettîn Demiralpê 68 salî ji Parîsê çûbû Dusseldorfê. Ew dibêje, “Ez li dijî dagirkeriya Tirkan a li dijî Kurdistanê û ji bo protestkokirina di lîsteya rêxistinên terorîst a YE’yê de bicihkirina PKK’ê, ez li vir im.”

Erdogan minafiq e

Endamê Şûraya Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mele Kasim û Mele Zahir, eynî gotinan dikin û dibêjin, li gorî Îslamê divê mirov li ber zilmê rabe: “Dewleta Tirk a zalim navê Îslamê bi kar tîne û dixwaze gelê Kurdistanê qir bike û Kurdistan talan bike. Ya ku Erdogan dike minafiqî ye. Ji bo rûreşkirina vê û şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan em ê li meydanan bin.” 

Xelkê zora qedexeyê bir

Bi hezaran polêsên Elman di dema meşê de gelek caran bi îdîaya ku alayên YPG û YPJ’ê qedexe ne, meş dan rawestandin. Lê xelkê ev qedexe qebûl nekir. Berxwedanê kir ku polês ji qedexeya xwe bê xwarê.

Tina 5 hezar îmze berhev kirine  

Di meşê de li dijî qedexekirina PKK’ê gelek kesan jî îmze berhev kirin. Yek ji van kesan Tina Deck a 63 salî ye. Wê heta niha qederê 5 hezar îmzeyan bi tena serê xwe berhev kirine. Ew dibêje, “PKK ne rêxistineke terorê ye. Tevgerek e ku ji bo azadiya Kurdan û tevahiya gelan têdikoşe. Ji ber wê ez di vê kampanyaya îmzeyan de cihê xwe digirim. Elman zêde ne hestiyar in, lê ciwan îmze dikin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.