- Fransa dixwaze çalakgerê Kurd Mehmet Yalçin dersînor bike. Mehmet Yalçinê ku niha li Bordeauxê girtiye, û çav li rêye 28´ê Tebaxê bê dersînorkirin, dest bi greva birçîbûnê kir.
Fransa dixwaze çalakgerê Kurd Mehmet Yalçin dersînor bike. Mehmet Yalçinê ku niha li Bordeauxê girtiye, û çav li rêye 28´ê Tebaxê bê dersînorkirin, dest bi greva birçîbûnê kir.
Fransayê bi îdîaya elaqeya wî bi karên rêxistinî yên PKK´ê re heye, par 2 sal cezayê hepsê li çalakgerê Kurd Mehmet Yalcin birîbû. Qederê salekê bazinekî elektronîk bi Mehmet Yalçin ve kirin. Niha jî tevahiya belgeyên wî yên nasname û îqametê jê hatine stendin û dewleta Fransî dixwaze wî dersînor bike.
Ji bo dersînorkirinê Mehmet Yalçin li Navenda Nezaretê ya Bordeauxê tê ragirtin. Wî li wir dest bi greva birçîbûnê kir. Mehmet Yalçin ê ji Vartoyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di nava rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî de ji bo maf û azadiyên Kurdan çalakgerekî aktîf bû.
Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDKF) jî li ser mijarê daxuyaniyek dabû û banga xwedîderketina li çalakger û siyasetvanê Kurd kiribû. CDKF´yê di daxuyaniya xwe de wiha bang li rayedarên Fransî jî kiribû: "Em ji rayedarên berpirsiyar ên Fransî dixwazin, tevdîrên dûrxistinê yên li dijî Mehmet Yalçin girtî, betal bikin, û mafê îqametê bidinê da ku tevî zarokên xwe di nava şertên bi rûmet de karibe li Fransayê bimîne. Em bang li partiyên siyasî, hilbijartî, parêzvanên mafê mirovan dikin da ku ji rayedarên Fransî bixwazin dersînorkirina Mehmet Yalçin asteng bikin."
BORDEAUX