• Mehmet Doymaz ê PKK’yî li Swîsreyê canê xwe ji dest da. Cenazeyê Doymaz şandin Kurdistanê. 

Mehmet Doymaz ê PKK’yî li Swîsreyê canê xwe ji dest da. Cenazeyê Doymaz şandin Kurdistanê. 

Mehmet Doymaz ê PKK’yî tevahiya emrê xwe di ber Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de xebitî, li bajarê Swîsreyê Lûzernê şehîd bû.

Doymaz demeke dirêj e ji ber penceşêrê derman dibû û di 28’ê Mijdarê de di 61 saliya xwe de li nexweşxaneyê şehîd bû.
Ji bo Doymaz di 29’ê Mijdarê de merasîmek hate lidarxistin. Piştî merasîmê cenazeyê Doymaz ber bi Semsûrê ve hate şandin.

Merasîma ji bo Doymaz li bajarê Bulachê yê kantona Zurîchê pêk hat. Saziyên Kurdan ên li Swîsreyê, KOMAW, endamên tevgera jin û ciwanan û bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Navenda Civakê ya Kurdan a Swîsreyê, Îsmaîl Kardaş got, “Wî emrê xwe hemû dabû têkoşînê û berdêlên gelekî giran dan. Em jî soza xwe dubare dikin ku em ê li pey şopa şehîdan têkoşînê geştir bikin.”

Mehmet Doymaz sala 1961’ê, li gundê Akçali yê Semsûrê ji dayik bûbû û di 17 saliya xwe de tevlî nav tevgera Apoyî bû. Di dema darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de gelek salan di girtîgehê de ma û di sala 2000’an de ji girtîgehê derket. Doymaz di sala 2002’an de çû Ewropayê bi awayekî çalak tevlî nav xebatan bû û tu carî dev ji têkoşîna azadiyê berneda. Doymaz di bin banê Heyva Sor a Kurdistanê de dixebitî û 5 sal berê bi nexweşiya penceşerê ketibû.

ZURICH