Mehfûrên Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Nîsan 2021 - 00:00

Lolan Sîpan rêvebera Muzeya Tekstîlê ya li Hewlêrê ye. Ew dibêje, “Çîroka windabûna mehfûrên Kurdî ne tiştekî nû ye.” Lewma nemana hilberîna berhemên tekstîlê û mehfûran yekser elaqedarî dîroka Kurdistanê û Kurdan e. Lê ev rewş di heman demê de îroniyekê jî nîşan dide: Li Başûrê Kurdistanê hîna di dîrokê de xweseriyeke di vê astê de çênebûbû, lê di warê çandî de jî lawazbûneke ev çend mezin. Herçî tekstîl e, îro roj li Başûr tenê çendek kesên cawên ji rêûresmê çêdikin mane, û heger ev huner neyê parastin jî wê zanîna wan a çêkirina vî cawî jî ji holê rabe. 

Herçî çêkirina mehfûr û cawan e; dîroka serhildanên li ser hev, ambargoya dûvdirêj a ji 1991’ê heta 2003’yan û herî dawî jî êdî hema hema nemana jiyana koçeriyê, hilberîna wan anî ber nemanê. Niha hêdî hêdî ji ber sedemên weke prestîjê - lixwekirina cawan ji rêûresmê weke sembola statuyê -, xemilandinê ruh bi hin beşên hilberînê tê, lê ka ev ê bi kêra parastina zanîna vê hilberînê bê yan na, wê çend salên li pêşiya me nîşan bidin.

HEWLÊR 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.