Mehekê 9 kolber hatin kuştin

Duşem 19 Tîrmeh 2021 - 04:15

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di meha Hezîranê de 9 kolber ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine kuştin. 

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) rapora meha Hezîranê ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li Rojhilatê Kurdistanê qewimîne eşkere kir. Di rapora KMMK’ê de agahî tê dayîn ku di meha Hezîranê de 22 aktîvîstên mafê mirovan û siyasetvan hatine girtin. 

Li gorî raporê di meha Hezîranê de herî kêm 9 kolber ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hatine kuştin û 14 kolber jî birîndar bûne. 

Her wiha di raporê de hat gotin 6 jê jin bi giştî 12 kesan ya xwe şewitandiye yan jî întîhar li wan hatiye ferzkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.