Mehabadê tola şehîdê xwe li erdê nehişt

În 28 Cotmeh 2022 - 01:33

Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandana xelkê berdewam e. Li gor agahiyan xwepêşander doh ji bo tolhilanîna şehîdî agir bi hejmarek avahî û navendên hikûmetê xistine. Hêzên ewlehiyê yên Îranê jî hewl dan bi zora çek û guleyan dawî li xwepêşandanê bînin.

Doh sibeha sibê piştî merasima veşartina termê 'Îsmaîl Mewlûdî' li goristana "Budax Sultan" a Mehabadê ku di xwepêşandana şeva bihorî de li Taxa Piştepî ya vî bajarî de hatibû kuştin, careke din xelkê bajêr dest bi xwepêşandanê li dijî hikûmeta Îranê kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve hatine belavkirin, bazar û dikanên bajêr bi temamî girtî bûn û bi hezaran kes ji xelkê bajêr daketibûn kolanên bajêr û li dijî desthilata Îranê dirûşman digotin.

Li gor dîmenên ku derbarê xwepêşandana doh ya li Mehabadê li ser torên civakî hatine weşandin, xwepêşander nîvro weke nîşandana nerazîbûna xwe li hember kuştin û birîndarkirina welatiyan, çûne pêşberî hejmarek sazî û fermangehên hikûmetê û agir bi avahiyên hin saziyan xistine. 

Her wiha tê gotin ku xwepêşanderan agir bi avahiya saziya xêrxwaziyê ya hikûmî ku wek Komîteya Îmdad tê naskirin, saziya darayî, hejmarek bank û hin firoşgehên ser bi Supaya Pasdaran ve xistine. 

MEHABAD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.