ASLAN ASLAN
Meha ku em tê de ne wekî meha serhildan û berxwedanê tê pênasekirin. Ev meha Adarê ye ku em behsa wê dikin. Çi qewimî be di vê mehê de qewimî ye. Bihar ji aliyekî ve hatina biharê destnîşan dike. Mizgîniya biharê dide û bi vê mehê re em dikevin nav gul û kulîlkan. Destpêkê jî em 8'ê Adarê pêşwazî dikin. 8'ê Adarê bi rengê jinê dixemile.
12'ê Adarê jî serhildana Qamişlo ye. Sala 2004'an serhildana ku li Qamişlo pêk hat li tevahiya Rojava belav bû. Bi vê serhildanê re em gihîştin şoreşa 19'ê Tîrmehê. Bi saya vê serhildan û raperînê çirûska şoreşê li Rojava geş bû. Dewletên dagirker û qirker ji bo serhildana gelan têk bibin di vê mehê de gelek komkujî jî kirin. Helebce yek ji wan komkujiyên mezin e. Di 16'ê Adara 1988'an de Kurd bi awayekî komî hatin qetilkirin. Herî kêm 5 hezar Kurd li bajarê Helebce yê başûrê Kurdistanê hatin qirkirin. Êş û birîna Helebceyê ti carî nayê jibîrkirin. Çekên kîmyewî yên li dijî Kurdan hê jî tên bikaranîn. Îro jî dewleta Tirk van çekên kîmyewî û gazên jahrê li dijî gerîlayên azadiyê yê Kurdistanê bi kar tîne. Ew kesên li dijî Helebceyê dengê xwe derdixin, li dijî heman bûyeran bêdeng in. Yê ku herî zêde ji çekên kîmyewî zerar dîtiye rêveberiya li başûr û xelkê wê ye. Lê dîsa li ser heman axê çekên kîmyewî tên bikaranîn û gerîla şehîd dikevin û bêdengiyek heye. Diviyabû herî zêde wan kesan nerazîbûn nîşan dabûya. Lê dev ji nerazîbûnê berdin, dibin hevkarê vê qirkirinê.
Li dijî qirkirina li Helebceyê bersiva herî watedar jî agirê Newrozê ye. Agirê ku Kawayê hesinkar li dijî Dehaq pêxistiye zêdetirî 2 hezar û 600 sal in gur dibe. Bi vî agirê Newrozê re serhildanên li Kurdistanê geş bûn. Cara pêşî di sala 1973'an de bi pêşengiya Rêber Apo li paytexta Tirkiyê Enqerê civîna Newrozê pêk hat. Di wê Newrozê de jî biryara berxwedan, têkoşîn û serhildanê hat dayîn. Ji wê rojê û vir ve tam 50 sal in xeteke berxwedanê ya domdar heye. Newroza 50 salî ye ku em îsal pêşwazî dikin. PKK wekî partiyeke Newrozê derket ser dika dîrokê. Serî hildan û raperîna PKK'ê jî di rojeke Newrozê de dest pê kir. Serhildanên pêşî yên li Kurdistanê jî di Newrozê de çêbûn. Serhildanên Cizîr, Nisêbîn û Hezexê jî mînakên wê ne. Hê jî qala wan serhildanan tê kirin. Lehengên mîna Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan û Sema Yuce jî agirê Newrozê geş kirin.
Piştî Newrozê jî şehadeta fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz e. Di sala 1986'an de fermandarê efsanewî Egîd li çiyayê Gabarê şehîd bû. PKK'ê jî ji şehadeta Mazlûm Dogan heta şehadeta Mahsûm Korkmaz ango ew hefte wekî hefteya qehremaniyê ragihand. Ji 21 heta 28'ê Adarê hefteya lehengiyê ye. Gelek lehengên hêja jî di vê mehê de şehîd bûn. Wekî din şoreşgerê navdar Mahîr Çayan jî di vê mehê de şehîd bû. Rêber Apo jî li ser mîrateya têkoşîna wî meşiya. Rêber Apo di gelek nirxandin û nivîsên xwe de qala wî dike.
Gelek kesayetên naskirî hene ku di vê mehê de şehîd bûne an jî jiyana xwe ji dest dane. Ev mehek pîroz e ji bo Kurdan. Li aliyekî bihar, li aliyekî serhildan, li aliyekî jî qirkirina Kurdan. Qirkirin û berxwedan bi hevre derbas bûye. Li dijî wê jî serhildan pêş ketiye. Serhildana ku sala 2006'an li Amedê pêş ket jî mînaka wê ye. Dîsa di meheke Adarê de bû xelk rabû serhildanê. Ji bo vê meha pîroz gelek gotin hene. Kurd di vê mehê de jinûve zindî dibin. Rihekî berxwedanê xwe li wan digerîne. Di vê meha pîroz de gul û kulîlk dibişkivin û Kurd jî mîna wê biharê ne. Heta ku Adar hebe wê bihar jî hebe û serhildanên Kurdan jî wê neqedin. Kurd bi serhildana xwe bûne mînak û sembol. Çiqas êrişên qirkirinê li ser Kurdan hebin jî wê neqedin. Ji ber ku Kurd zarokên agir û rojê ne. Li ser axa mezopotamya ji çemê firat û dîcleyê sûd wergirtine. Lewma jî qewîn û zindî ne. Ti kes nikare îradeya wan bişkîne.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh