Meclîsa Demokratî wê qanûnan bide dengdanê
Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:17
Di meha Çileyê de Meclisa Gelan a Demokratîk ji bo amadekirina reşnivîsên qanûnan gelek komîte amade kirin û makanîzmaya xebatê ya komîseriya bilind a hilbijartinan, dadgeha parastina Hevpeymana Civakî û saziya giştî ya şopandina aborî û jimaryariyê diyar kir.
Di wê çarçoveyê de Hevserokê Meclisê Ferîd Etê ji ANHA’yê re axivî û wiha got: "Me reşnivîsa qanûnê ya dadgeha parastina Hevpeymana Civakî, qanûna şaredariyan, qanûna hilbijartinan û reşnivîsa xebatê ya komîseriya bilind a hilbijartinan amade kirin."
Di çend rojan de bêne pesendkirin
Etê wiha domand: "Her wiha nav û pêşniyarên Meclisa Gelan Demokratîk, Meclisên Gelan, Meclisên Edaletê yên kantonan kirin hatin komkirin û ew ê di çend rojên bê de tevî qanûnan bêne pesendkirin.’’
Etê destnîşan kir piştî erêkirina qanûn, kesan û nûkirina wan saziyan ew ê komîseriya bilind a hilbijartinan ji bo destpêkirina pêvajoya hilbijartinan erkdar bikin û got, "Meclisa Gelan a Demokratîk wê van xebatên qanûnî di mehên Sibat û Adarê de bi dawî bike."
Ji er êrîşên Tirk bi derengî ket
Etê diyar kir ku hilbijartina meclis û komînan, piştre meclisên rêveber û meclisên gel dê piştî hilbijartinên şaredariyan di Nîsana bê de dest pê bikin.
Etê da zanîn ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di Çileya borî de pêkanîna bendên hevpeymana civakî hatin derengxistin.
ANHA