Meaşê mamosteyan nedan
Sêşem 5 Nîsan 2022 - 22:24
- Rêveberiya Hewlêrê li aliyekî bi sed milyonan dolarên xelkê Kurdistanê li bankeyan bi dizî radizînin, li aliyê din jî meaşê karmendan û nexasim ê mamosteyan nadin.
Rêveberiya Hewlêrê li aliyekî bi sed milyonan dolarên xelkê Kurdistanê li bankeyan bi dizî radizînin, li aliyê din jî meaşê karmendan û nexasim ê mamosteyan nadin. Axir heman rêveberiya ku 637 milyon dolarên xelkê avêtin, meaşê mamoste û karmendan nabe.
Ji ber wê jî mamoste û karmendên koleja bijîşkiyê ya Zanîngeha Silêmaniyê, ji ber nedana meaşê xwe neçûn ser kar.
Nerazîbûna ji nedana mûçe û ji hikumeta Hewlêrê, li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Mamoste û karmendên koleja bijîşkiyê ya zanîngeha Silêmaniyê, ji bo protesto- kirina hikûmetê neçûn ser kar.
Mamoste û karmend li ber deriyê avahiya zanîngehê kom bûn û bi daxuyaniyekê boykota xwe ragihandin. Mamoste û karmend dibêjin, bi hincetên cuda mûçeyê wan nayê dayîn, divê demekê ji ya din zûtir mûçeyê meha Sibatê were dayîn. Ger neyê dayîn, ew ê neçin ser kar.
ROJNEWS/SILÊMANÎ