Yildiz Tuzer û hevalên wê, kuçeyên taxa Batmanê Îluhê, yên xirabûyî û kevnar bi wêneyan neqişandin. Yildiz û hevalên xwe dibêjin “Me bi zarokan re dîmenê taxê guherand, em bûn sedema kenê li ser rûyê zarokan û bi vê re jî em gelekî kêfxweş bûn.”
Li taxa Batmaê Îluhê bêhtirî 4 hezar mirovan dimînin. Ev ji taxên bajêr ên kevin e û lê feqîr dimînin. Jinên vê taxê dibêjin, ew taxê bi wêneyên xêz dikin diguherîninin û bi awayekî serketî jî guherandin. Êdî kuçeyên taxa Îluhê bi rengên cuda hatine xemilandin.
Yildiz Tuzer, Bahar Unsel û Hatîce Yargi li ser xebata xwe ya neqişandinê axivîn.
Yildiz Tuzer mamosteya perwerdeya kuaforiyê ye, ji ber şewba koronayê niha li malê dimîne. Yildiz dibêje, wê dixwest ji taxê derkeve û wiha dipeyive: “Demeke dirêj bu ku ez ji xwe re li xaniyekî digeriyam. Lê min ji cîranên xwe hez dikir û min nedixwest ku ji vê taxê biçim. Ji ber ku cîranên min gelek baş bûn. Ji ber wê, ez neçûm. Min di serî de xaniyê xwe bi boyaxên rengên cuda tevde neqişand. Zarokên ku avahiya min didîtin pir şa dibûn. Dema ku min ev şabûna zarokan dît, min li ser dîwarekî li taxê jî wêne xêz kirin. Lê boyaxa min qediya û zarokan jî bi israr ji min dixwest ku ez wênexêziya xwe dewam bikim. Ji min re gotin, em ê ji cîranan pere kom bikin û boyaxê bikirin. Dema min kelecana wan didît, min jî ev kar mezin kir.”
Bi piştgiriya cîranan
Yildiz paşê dibêje, wê bi alîkariya cîranan kariye projeyê mezin bike. Her wiha ji bo ku xaniyên kavilkirî veguherînin meydana lîstikê ji zarokan re wê hewl jî daye.
Bahar Unsel kevaniya mala xwer ye; ew jî di derbarê wêneyên xêz kirî de dibêje: “Me bi derfetên xwe yên kêm ev wêneyên xweşik xêz kirin. Kedek mezin heye li vir. Lê ya xweş her tişt bi awayekî komunal pêk hat. Coşa zarokan bû sedema coşa me û xemla me daye kuçeyan jî bû sedema kêfxweşiya şêniyên li taxê. Em kesên xizan in, derfetên me kêm in. Xema me û kêfxweşiya me ji me re dimîne.”
Hatîce Yargi ya 20 salî jî balê dibe bire ser şêweyên xêzkirina wêneyan û dibêje, “Me wêneyê gelêrî xêz kirin û gelek wêneyên xêzkarên dîrokî jî. Ev li gorî min peyameke mezin e ji bo civakê. Me ne xasim jî bal bire ser şideta li dijî jinê û xwezayê. Ji ber ku tevlî vê xebatê bûme ez gelek şa û bexterwer im. Ev dîwarên hanê, xirabe û bê reng bûn. Lê me dîmenekî xweşik û rengîn derxist holê. Di pêvajoya koronoyê de herî zêde zor û zahmetî li zarokan dibe û îro me ew şa kirin. Kenê zarokan bû sedema şabûna şêniyên li taxê.”
JINNEWS/ÊLIH