Me êşa xwe kir piştgirî

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 7 Adar 2023 - 02:58

M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Li Elmanyayê gelek sazî hewl didin bi kampanyayên madî û manewî destekê bidin mexdûrên erdhejên 6´ê Sibatê yên ku navenda wan Bazarcixa Mereşê bûn. Li bajarê Elmanyayê Hamburgê, Mig-Zentrum xebatên civakî û çandî dike. Vê navendê heta niha ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê 50 hezar Euro alîkarî berhev kir.

Nûnerê komîteya wê ya alîkariya erdhejê, Haşim Nurhak dibêje, wan bi “Em herin cem mirovan” dest bi xebatê kiriye û wiha dipeyive: “Me komîteyeke piştgiriya bi mexdûrên erdhejê re ya ji 8 kesan ava kir. Em semt bi semt û dikan bi dikan geriyan. Em derî bi derî geriyan. Me hewl da xwe bigihînin her kesî.”

Haşim Nurhak da zanîn ku heta niha wan 50 hezar Euro alîkarî berhev kiriye û ev alîkarî jî gihandiye maseyên krîzê yên ku alîkariyê digihînin Tirkiye, Kurdistan û nexasim jî Rojava. Ew ji bo vê yekê dibêje, “Gelek kesên ji Rojava yên li vir ji ber ku deriyên sînor girtîne, nikarin yekser alîkariyê bikin, ji ber wê ew jî alîkariya xwe didin me, da ku em bigihînin.”

Bêmalan jî alîkarî kir

Di nava komîteya giştî de 70 kes kar dikin û ji van 30 kes jin in. Yek ji wan Meryem Keskîn e. Ew dibêje, “Me li semtên cihê yên bajêr dezgehên xwarinê danîn. Dawiya hefteyan em derî bi derî digerin. Ne ku tenê alîkariyê dikin, bi xwe jî jin hemû di nava xebatan de cihê xwe digirin. Her kes dixwaze tiştekî bike.”

Di komîteya jinan a alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê de Şafak Bazarcixî jî cih digire. Ew dibêje, “Lazim e em êşa xwe veguherînin piştgiriyê û ruhekî kolektîf. Roj roja piştgiriya bi mezlûm û mexdûran re ye.”

Devrîm Rênas jî çalak alîkariyê berhev dike. Ew dibêje, “Kesekî bêmal ê ku li stasyona trênê dimîne, pereyê wê rojê bi dest ketibûn hemû dan me ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê. Zarokekê 50 sentên di berîka xwe de dan me. Hin xwendekarên dibistanê xerciya xwe ya hefteyê bi temamî dan alîkariyê. Bi xwedîderketina li hev em dikarin êşên hev kêm bikin. Em 25´ê Adarê jî konsereke piştgiriyê organîze dikin, Bariş Atay û Grup Mengene wê derkevin ser dikê û parlamenterê HDP´ê Dilşad Canbaz Kaya jî wê bipeyive.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.