Me bikujin jî em qebûl nakin

Pêncşem 27 Mijdar 2025 - 03:35

Şîrketên madenê dixwazin li gundê Husika yê nevçeya Çinara Amedê kanên madenê ava bikin. Şîrketên bazirganiyê bi salan e çiyayên gund talan dikin. Şêniyên gund li dijî talankirinê li ber xwe didin. Herî dawî leşkeran ji bo berjewendiya şîrketê di 25ê Mijdarê de bi ser gund de girt. Gundî li dijî vê rabûn û dest bi çalakiya nobedê kirin. Şêniyên gund têkildarî avêtina li ser gund, nerazîbûna xwe anîn ziman. Gundiyê bi nave Hasan Turgay diyar kir ku nêzî 500 leşkeran avêt ser gund û got:’’Malên gundiyan li ber gir e. Dixwazin vî girî talan bikin. Ew ê li dijî talankirinê berxwedana me bidome. Heta dawiyê em ê li vir bin. Em destûr nadin kes gundê me talan bikin. Em bi sewalkariyê debara xwe dikin. Bila her kes piştgiriyê bide me. Îro vir talan bikin, wê sibe jî cihek din talan bikin. Em bang şîrketê dikin ‘bila destê xwe ji gundê me vekişînin.’ Em nahêlin gundê me talan bikin.” Dayîka bi navê Ayten Turgay jî destnîşan kir ku dorpêçkirin û qedexekirina gund nayê qebûlkirin û got:“Ez nexweş im. Nehêliştin ez ji gund derkevim. Gor û goristana malbata min li vî girî ye. Ev axa me ye. Em bên kuştin jî em madenê qebûl nakin.” Hevserokê DBPê yê Navçeya Çinarê Mehmet Şirîn Demîr jî got:“Ji bo kesekî dewlemend bikin, herêma me talan dikin. Gundî bi sewalkariyê debara xwe dikin. Dixwazin xwezayê talan bikin. Bi sedan leşkeran hatine gund û gef ji gundiyan xwarin. Bila dev ji axa me berdin. Heta dawiyê em ê li gel gundiyan bin.”

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.