- Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF) li bajarê Hanau yê Elmanyayê kongreya xwe ya diduyan pêk anî.
ERDAL ALIÇPINAR/FÎRAZ BARAN
HANAU
Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF) li bajarê Hanau yê Elmanyayê kongreya xwe ya diduyan pêk anî.
Di kongreyê de xebatên Federasyonê ya sala 2019ʼan hatiye damezrandin hatin ragihandin. Di nava van xebatan de meclîsên li Swîsre, Parîs, Stuttgart û Strasbûrgê hatine avairin, kampanya xuşk û biratiyê bi 690 malbatan re, merasîmên bîranînê yên Mereşê û avakirina Kooperatîfa Piştgirî û Yekîtiyê ya Mereşê (MARKOOP) hatin destnîşankirin.
Di Kongreyê de hevseroka berê Safiye Îşcan axivî û bang li Mereşiyan kir da ku xwedî li erda xwe derkevin.
Endama Meclîs Jinê Selda Kavak Torunoglu jî qala texrîbata hawîrdorê kir û da zanîn ku çiyayên 50 gundên derdorê firotine karsazan. Seldayê têkoşîna jinan a li dijî zilmê jî destnîşan kir.
Hevserokê MARDEFʼê Azîz Tunç jî di kongreyê de axivî û anî ziman ku ew bi armanca cih ji ciwanan re veke wê xwe namzet nîşan nede û vekişîne.
Endama Meclîsa Çand û Hunerê ya MARDEFʼê Ozan Emekçî jî axivî bi bîr xist ku li Ewrûpayê 350 hezar Mereşî hene, lê bandora wan bi qasî Şîliyan tineye û got; em Kurd û Elewî ne. Em dikarin xwedî li van herdu nasnameyan derkevin.
Di kongreyê de biryar hat dayîn li şûna gotina “hevserokatiyê” bikaranîna gotina “hevberdevkiyê” hat qebûlkirin. Serhad Med û şahidê komkujiya Mereşê Fîdan Kabayel weke hevberdevkên nû hatin hilbijartin.