MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / HANNOVER
Kerîm Duygu sporvanekî xweparastinê yê ji Wêranşarê ye û wî du caran navê xwe di kitêba rekoran a “Guinness World Records” daye nivîsandin. Li akademiya wî ya li Hannoverê ew 160 xwendekaran perwerde dike û dersên xweparastinê dide wan.
Kerîm Duygu yê ji Wêranşarê 44 salî ye û bavê 2 zarokan e. Kerim Duygu salên 2012 û 2013’an di şampiyoniya şikandina Tuxeleyan (Power Breaking) de du caran li ser hev bû şampiyonê dinyayê. Paşê wî sala 2016’an 65 çoyên baseballê di nava deqîqeyekê de şikandin û kete kitêba rekoran a Guinessê ya wê salê. Ew dibêje, hestiyû herî saxlem ê gîtik (hestûyê qewîn ên ling) yê wî ye. Kerîm Duygu Adara bihurî jî li bajarê Îtalyayê Mîlanoyê, di bernameya bi navê 'Guinness Show’ê de di nava 2 deqîqe û 22 saniyeyan de 20 çoyên baseballê yên di çerxeke taybet de bicihkirî şikandin û navê xwe careke din di kitêba rekoran a Guinessê de yanî di “Guinness World Records” de da nivîsandin. Ew gelek salan li ser hev bûye şampiyonê dinyayê yê turnuwayên Kick-Boxê jî.
Niha li Hannoverê akademiyeke wî ya sporên xweparastinê heye û lê dersên Kick-Boks, Thai-Kick, Bujitsu ve Jiu-Jitsuyê dide 160 xwendekaran.
Kerîm Duygu yê ku bavê wî bi neheqî 5 salan ketiye hepsê. Piştî ku bavê wî ji hepsê derdikeve, ew jî bi malbatî penaberî Elmanyayê dibe.
Serê pêşî sala 2003´yan wî dest bi dersdanê kir li KKC’yê (Kampf-Kunst Center) 30 xwendekarên wî hebûn. Niha ew dersan dide zarokan û her wiha jinan da ku xwe biparêzin û hejmara xwendekarên wî jî bûye 160.