Mamostayên kampan boykot dikin

Duşem 18 Cotmeh 2021 - 01:37

  • Mamostayên kampên koçberên Rojava yên li Başûrê Kurdistanê ku hejmara wan digihe 300 kesan, ji ber nedana mûçe û bi cihneanîna daxwazên wan, wê kar boykot bikin. 

Mamostayên kampên koçberên Rojava yên li Başûrê Kurdistanê ku hejmara wan digihe 300 kesan, ji ber nedana mûçe û bi cihneanîna daxwazên wan, wê kar boykot bikin. 

Doh danê nîvro mamostayên ku ji Rojavayê Kurdistanê ne û li kampên li sinorê parêzgeha Silêmaniyê perwerdê didin zarokên penaber, li ber Rêveberiya Giştî ya Perwerda Silêmaniyê kom bûn.

Li wê derê li ser navê mamostayan Hacî Efrînî axivî û diyar kir hejmara wan 300 mamostan e, beşek ji wan xelkê Rojavayê Kurdistanê ne, beşek jî xelkê Başûrê Kurdistanê ne. Hacî Efrînî da zanîn ew li kampên Barîke, Bazyan, Baycan, Ranya û Erbetê perwerdê didin zarokên koçber ên ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Mamosta Hacî Efrînî diyar kir tevî ku muçeyê wan kêm e û 300 hezar e, di ser de jî wana ji meha Hezîrana îsal ve mûçeyên xwe wernegirtine. Efrînî got, “Em îro hatin pirsgirêkên xwe li gel Reveberê Giştî yê Perwerda Silêmaniyê bi axivin, lê rêveber pêşwaziya me nekir.”

Her wiha destnîşan kir nêzî 4 hezar xwendekar li wan kampên ku ew perwerdê didinê de hene. Efrînî got ku li kampa Barîke pirsgirêka nebûna refan heye û di hinek refan de nêzî 60 xwendekar hene.

Di dawiyê de Hacî Efrînî daxwaz ji aliyên peywendîdar kir daxwazên wan bi cih bînin û pirsgirêkên wan çareser bikin.  

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.