Mamê Êzîdiyan hat bibîranîn

Yekşem 14 Tebax 2022 - 21:27

  • Şehîd Mam Zekî Şengalî (Ismail Ozden), ji bo ku Şengal xweser bibe, gelekî hewl dabû, ji ber wê û ji ber ku timî tifaqa Şengalê çêdikir, bûbû Mamê Êzîdiyan.

MIHEME PORGEBOL

Şehîd Mam Zekî Şengalî (Ismail Ozden), ji bo ku Şengal xweser bibe, gelekî hewl dabû, ji ber wê û ji ber ku timî tifaqa Şengalê çêdikir, bûbû Mamê Êzîdiyan. Dewleta Tirk tevî hevkarên xwe yên li deverê 15´ê Tebaxa 2018´an Mam Zekî Şengalî şehîd kir. Di salvegera 4´an a şehadeta wî de ew li bajarê Elmanyayê Lehrte hat bibîranîn.

Ji Komawê Elî di bibîranînê de got, “Ciwanên Kurd wê li zanîngeh û dibistanên xwe dîroka Kurdistanê, ya PKK´ê bixwînin, şehîdîn mîna Mam Zekî ji nêz ve nas bikin. Siberojê wê ji PDK´ê hesabê çirîkatiya van komkujiyan were pirsîn.”

Li ser navê NAV-YEK, hevseroka rêxistinê Çîçek Yildizê jî got, “Ji bo tinekirina civaka Kurd êrişî miletê Êzîdî û baweriya wî kirin. Efsane dibe ku xwedayî bin, lê yên ku wan çêdikin mirov in. Mirovên wekî Mam Zekî û hevrêyên wî. Wan qehremaniyên berê nedîtî kirin.”

Hevserokê din ê NAV-YEK´ê Hecî Çelîk jî got, “Em bi saya serê hevrêyên xwe Mam Zekî û hevrêyên wî weke civak gihîştin roja îro. Me qelsiyên xwe yên berê li pey xwe hiştin. Armanca me ya pêşî jiyaneke azad bû. Şehîdên me em gihandin vê qonaxê. Divê em xwedî li mîrateya wan derkevin. Êdî piştî fermana 74´an ev gel ne bêxwedî ye. Em divê xwe birêxistin bikin.”  

Malbata wî ya mezin Kurdistan bû

Hevjîna Mam Zekî Gulê Ozden jî got, “Zekî ji bo 15´ê Tebaxê gelekî xebat kir. Malbat helbet dilsozên şehîdan in.

Wan mal û kesûkarên xwe weke malbata xwe ya piçûk, miletê Kurd jî weke malbata xwe ya mezin dît. Bila civak xwedî li şehîdan derkeve. 74 ferman hatin serê me lê vê carê em li ser piyên xwe man. Îro YBŞ´a me heye. 

Li ser navê malbata Mam Beşîr jî Kemal Duyar got, “Mam Zekî Şengal, Êzîdxan ji serî ve ava kir. Wî YBŞ ava kir.

Tişta Mam Zekî li Şengalê kir, ji bo her kesî bû. Ji ber wê divê em xwedî li şehîîdan derkevin. Xwedîderketina wan jî bi hembêzkirina Şengalê û pêçan û kewandina birînên wir mumkin e.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.