Kristen Meyer ji fêkî, pel, kêzik, çûk, mifteyên hesinî, kaxez, kulîlk, û perperîkan resmên xweşik çêdike. Her wiha ew ji bermahiyan û çopê jî sûdê werdigire û dike malzemeyên hunerê xwe. Kristen Meyer li eyaleta bi navê Connecticut a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) berhemên xwe li wir disêwirîne.
Ew van malzemeyan tîne gel hev û bi awayekî xweşik li hev tîne. Yanî ew weke stîlîst û şêwirmend jî tê nasîn û heta niha gelek malzemeyên cuda li hev anîne. Malzemeyên ku wê li hev anîne û ji bo hunerê xwe bi kar anîne, ew bi şêwazên geometrîk nîşan dide. Yanî zemîna karên wê ev şêwazên geometrîk in. Lê ew formên cuda jî bi kar tîne ji xeynî yên geometrîk.
Dema mirov bi xebatên wê û her wiha hûrgiliyên karê wê dadikeve, mirov dibêje qey wê bi riya kompûturê ev xebat birine serî, lê na, ne wisa ye. Wê ev karên xwe hemû bi destan çêkirine û malzemeyên cûr bi cûr bi awayekî xweşik li hev anîne.
CONNECTICUT