- Komîsyona Malbatên şehîdan a li Brîtanyayê malbatên şehîdên YPG û YPJ´ê yên Brîtanyayî ji bîr nekirin.
Komîsyona Malbatên şehîdan a li Brîtanyayê ya di nava Meclîsa Gel a Kurd a Londonê de karê xwe dimeşîne, malbatên şehîdên YPG û YPJ´ê yên Brîtanyayî ji bîr nekirin.
Komîsyona Malbatên Şehîdan, kulîlk û selikên diyariyê tevî kartên sersalê ji malbatên 8 şervanên Brîtanî yên di nav refên YPG û YPJ’ê de şehîd bûyî re şandin.
Malbatên Erik Scurfield, Jack Holmes, Mehmet Aksoy, Anna Campbell, Dean Evans, Ryan Lock, Luke Rutter û Ollie Hall malavahiya komîsyonê kirin.
Ji ber ku ji ber pandemiyê li seranserî Ingilîstan û Brîtanyayê serdanên malan qedexe ne, komîsyonê xwest bi vî rengê malbatan û zarokên wan ên şehîd bi bîr bîne.
LONDON