Malbatên ji Kampa Holê têne perwerdekirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 3 Hezîran 2024 - 00:41

DÎMA MIHEMED / ANHA / REQA

Navenda Kar û Barên Civakî ya Kantona Reqayê ji bo malbatên ji kampa Holê vegerîne, dewreyeke perwerdeyê li dar xist. Li navendê ji 149 jinan re xebat hatiye pêşkêşkirin û ji 16 jinên din jî dewre hatiye vekirin.

Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Kantona Reqayê 29`ê Çileyê Navenda Kar û Barên Civakî vekir. Bi rêya vê navendê, xebatên civakî ji beşên civakê re têne pêşkêşkirin.

Navend ji 11 nivîsgehan pêk tê; nivîsgeha birêvebirina rewşê û piştgiriya derûnî, nivîsgeha jinan, nivîsgehên rêxistinî û rêveberî. Di navendê de dewreyên têkildarî piştgiriya derûnî, pîşeyî, pêşxistina şiyanan têne lidarxistin û xebatên civakî, qanûnî, piştgiriya beşên civakê mîna jinên bî, sêwî, kesên temenmezin û astengdaran tê kirin. Her wiha ji malbatên ji bo kampa Holê vedigerin jî, alîkarî tê dayîn.

Li navendê gelek dewreyên perwerdeyê ji bo malbatên ji kampa Holê vegerîne, hatin vekirin. Heta niha 149 jin tev li wan dewreyan bûne. Di dewreyên pîşeyî de, rêbazên fêrbûna pîşeyan, mîna çêkirina madeyên paqijiyê, mast û şîr têne dayîn. Her wiha di dewreyên bîrdozî de, şêwirên qanûnî û bendên têkildarî mafên jinan têne dayîn. Li kêleka wê jî gelek çalakiyên din li dar dikevin, mîna çandina daran.

Hevserokê navendê El Muntasir Fehmî têkildarî mijarê got: “Bi rêya bernameyan jinên ji kampê vedigerin, tev li civakê tên kirin.”

Heta niha 633 malbat anku 2 hezar û 241 kes ji kampa Holê vegeriyane Reqayê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.