Malbatek şewitandin Qatil parastin

Duşem 4 Kanûn 2023 - 16:09

  • Dewleta Tirk beriya bi 30 salan li Vartînîsê malbatek şewitan, niha bi biryara dadgehê, ew malbat ji nû ve careke din şewitand: Dadgeha Tirk dem di ser sûcê li dijî mirovahiyê re bihurand.

Dadgeha dewleta Tirk, leşkerên Tirk ên ku malbatek di mala wê de şewitandin, bê ceza hiştin: Artêşa Tirk Cotmeha 1993´yan bi ser bajarokê Vartînîsê yê ser bi Tila Mûşê de girtibû. Malbateke ji 10 nefsan di xaniyê wê de asê kir û agir berda xênî, nehiştin kes ji şewatê bireve û malbatek hema hema bi temamî şewitandin, tenê Aysel Ogut ji malbatê sax filitî ji komkujiyê. Dadgeheke dewleta Tirk doh bi hinceta dem di ser re bihuriye, doz betal kir û qatilên xwe parastin.     

Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li bajarokê Vartînîsê navçeya Tila Mûşê, leşkerên Tirk avahiyek şewitandibû û ji heman malbatê 9 kes tê de qetil kiribûn. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind, dozê ji nû ve hatibû dest pê kiribû. Danişîna biryarê ya Doza Komkujiya Vartînîsê li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê ya Yekem bi rê ve çû.

Di komkujiyê de ji malbatê tenê Aysel Ogut rizgar bûbû û li gel hevjînê xwe Abdullah Ogut bi sifetê gilîker tev li danişînê bû. Di heman demê de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Mûşê Sumeyye Boz, Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HEDEP’ê Nûray Ozdogan, endama MYK’a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, nûnerên Navenda Hafizeyê, ji parêzerên dosyayê Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, parêzerên endamên Baroya Enqereyê û endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ozgur Yaldiz jî di danişînê de amade bûn. 

 

Dozger çû bi hewara qatilên dewleta xwe ve

Dozgerî di danişînê de mutalaeya xwe pêşkeş kir. Dozger got, divê wisa neyê fikirîn ku erkdarê tenê yê ku fermana şewitandina gund dayî, serpelê fîrarî Bulent Karaoglû be û xwest ji ber dema di ser dosyayê re bihuriye, dosya bê betalkirin. 
Piştî wê Serokê Baroya Wanê, Sînan Ozaraz xwest mudaxilî dosyayê bibe. Ozaras got, li Vartînîsê sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin û di sûcên li dijî mirovahiyê nakevin ber demê. Piştre jî parêzerên Baroya Enqereyê jî heman daxwaz kirin û xwestin beşdarî dosyayê bibin. 
Şandeya dadgehê daxwaz nirxand û bi hinceta merheleya dosyayê gihiştiyê, daxwaz red kir.

 

Malbata min li ber çavên min qetil kirin

Şandeya dadgehê piştre guh da Aysel Ogut: “Yek tişta ez ji we dixwazim heye û ew jî edalet e. Bila heqê malbata min li erdê nemîne. Malbata min li ber çavên min hate qetilkirin. Ez dixwazim ev kujer bê girtin.”

Ji parêzerên dosyayê Kadîr Karaçelîk jî got, “Divê em ji hêla hemwelatî, parêzer û rêxistina hiqûqê ve li vê dozê binêrin. Gelo dema zarok mirin, dema mirov hatin qetilkirin em ê mafên mirovan çawa biparêzin? Senaryoyên wiha di filmên şer de hene. Aysel û malbata wê ji bo me tiştekî din îfade dikin. Ev doz dozeke wisa ye ku dikare li Elmanyaya Nazî bi rê ve biçe. Divê Bulent Karaoglû di wijdanê cemaweriyê de bê mehkûmkirin. Bi awayekî eşkere li faîl nehat geriyan û gotin ‘firarî ye.’ Ji ber ku kirin dikeve ber sûcê li dijî mirovahiyê, em vê biryarê qebûl nakin.”

 

Mesele zêhniyeta komkujer e

Endamê OHD’ê Ozgur Yaldiz jî anî ziman ku ew tev li mutalaayê nabin û got, “Ji ewilî ve we got, bersûc derketiye derveyî peywira dewletê jê re diyar kiriye. Û we gotibû ku divê teqez hinek kes bên cezakirin. Em qala kesekî ji ber hêrsa xwe çûyî komkujî kiriye, nakin. Li vir zêhniyetek heye. Bi tena serê xwe têrê nake ku di vê dosyayê de tenê Bulent Karaoglû bê dadgehkirin. Di dosyayê de sûcek  heye. Dixwazim dosya di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de bê nirxandin.”

Parêzer Nûray Ozdogan jî got, “Ji ber ku zarok nehatin parastin û mafê jiyanê yê zarokan hate binpêkirin, berpirsyarî dikeve ser mewzûatên navneteweyî û dadgeha ku vî sûcî ronî bike. Ez dixwazim ku dadgeh ji ber negirtina bersûc û meqamên îdarî yên ferman dane hêzên ewlekariyê, gilî bike. Her wiha dixwazim têkildarî bersûc ji yekîneyên îstîxbaratê agahî bê xwestin û komkirina delîlan bidome.”

Parêzerên bersûc jî di îfadeyên xwe de biisrar got, bûyer ji ber “şerê bi PKK’ê re çêbûye” û bav Nasir Ogut weke “sîxûr” pênase kirin. Ji ber van gotinan di danişînê de rageşî derket. 

 

Derew kirin û doz betal kirin

Parêzerên din ji parêzerên bersûc re gotin “Hûn sînorên parastinê derbas dikin.” Aysel Ogut jî bertek nîşan da û got: “Hûn derewan dikin.” 

Şandeya dadgehê piştî parastinan mutalaaya dozger nirxand. Şandeya dadgehê got, di ser mohleta 30 salan a dosyayê re 2 meh derbas bûne û biryara betalkirina dosyayê da. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.