Malbata Barzanî hebe rehetî tine ye

În 12 Tîrmeh 2024 - 01:45

Parlamenterê berê yê Iraqê Xalib Mihemed di derbarê dagirkerî û êrişên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikûmeta Iraqê û hevkariya PDK’ê de û wiha got:“Malbata Barzanî hertim hewldaye ku bi xwe li ser desthilatê bimîne. Ji ber ku ger ne li ser desthilatê bin wê têk biçin. Desthilata wan jî ne hêz û jêhatina wan bi xweye. Di berê de Şahê Îranê piştgiriya wan dikir û niha jî Tirkiye dike. Ango mayîna ser desthilatê bi nokeriyê bû. Li gorî min heta malbata Barzanî bimîne, wê gelê Kurd rehet nebe. Şerme ku navê serokwezîr û serokê Herêmê li xwe dikin ku pêş çavê wan ve baregehan ava dikin û nasnameya welatiyan lêpirsîn dikin. Di rastiyê de divê welatiyên me ji Tirkan ra bibêjin nasname û vîzeya we li ku ne û hûn çima hatine vir.” 

Parastin cih nîşan dide

Li ser bombebaranên bi rêya balefirên dewleta Tirk, Xalib Mihemed wiha anî ziman: “Balefirên ku sînorê Silêmaniyê bombebaran dikin, ji balafirên ku dewleta Tirk li nav Herêma Kurdistanê avakirine radibin. Ger na ew balafir nikarin ji Stenbolê rabin û me bombebaran bikin. Dezgeha Parastinê destpêkê cihên ji bo bombebaranê ji balefirên Tirk re diyar dike.” Xalib Mihemed bal bire ser xiyaneta berdewam a PDK’ê û got:“Her dema ku malbata Barzanî dibîne rewşa desthilata wê dikeve metirsiyê, hêzek biyanî tîne nav malê da ku temenê xwe dirêj bike û vê yekê wek xiyanet nabînin. Bi 31’ê Tebaxê serbilind in. Kesên ku bi 31’ê Tebaxê serbilind be, normale Hewlêr û Dihokê radestî Tirkiye bikin û ji bo bombebarankirina gerîlayan GPS saz bike. Li gel wan tiştek normale ku hemû Herêma Kurdistanê were hilweşandin. Hebûna malbata Barzanî bi hebûna Tirkiyeyê ve girêdayiye, ger Tirkiye nemîne, ew jî namînin.”

Dadgeha federal ew lewaz kirin

Xalib Mihemed axaftina xwe wiha dewam:“Divê parlamenterên me ku 60 endam li Parlamentoya Iraqê hene, daxwaza civînek awarte bikin û dengdanê li ser hêzên ne yasayî bikin. Piştre vê yasayê bibin ber Neteweyên Yekbûyî û belgeyên pêwîst bêxin ber dest ku ev hêz dagirker in. Lê dema ku PDK bi xwe rê li ber wan vedike û wan diparêze, ji bilî xiyanetê çiye gelo? Ji bo wê her kesê ku cil û bergên Kurdî li xwe bikin nayê wê wateyê ku Kurde.” Girêdayî serdana serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya ji bo Bexdayê jî Xalib Mihemed wiha axivî: “Biryarên Dadgeha Federal, PDK’ê gelek lewaz kiriye. PDK ditirse biçe hilbijartinê, ji ber ku heta niha bi xwe hemû hilbijartinan dizayn dikir. Nîvê dengên wê sexte bûn û nîva din jî dengên kota bûn. Niha jî bi hemû hêza xwe hewl dide ku hilbijartin neyê kirin. Mesud Barzanî ji bo sê mijaran serdana Bexdayê kir. Yekem hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê bi Herêmê re were kirin û ev komîsyon ji holê rabe ku bi xwe dizayn bike. Sedema duyem ew bû ku bêje ‘Tirkiye ji bo PKK’ê hatiye ne ji bo Kurdistanê’. Lê yasayek ya Tirkiyeyê heye ku biçe nav kîjan welatî, êdî dernakeve, ji bo wê jî berpirsên Iraqê vê yekê qebûl nekirin. Ya sêyem jî ew bû daxwaz kir mûçeyê karmendên Herêmê bikeve ser projeya ‘Hejmara Min’. Lê ev jî nehate qebûlkirin, ji ber ku li gorî biryara Dadgeha Federal mûçeyê karmendan divê bikeve ser Iraqê.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.