- Ercan Altuntaş: Min çîrokên penaberiyê hinek kom kirin, û hest û nihêrînên xwe li wan zêde kirin, û bi xêzan nîşan da ku penaber bê cih û war in. Mala penaberan rê û rêwîtî ye, maleke bê ban û bê derî ye.
Ercan Altuntaş şêwekarekî xwedî xêzên cihê ye, ew bêhtir li ser medyaya civakî wêneyan çêdike û parve dike. Altuntaş, van salên dawiyê bi wêneyên dijîtal re jî mijûl e û gelek wêneyên dijîtal jî xêz kirine. Her wiha ew demeke dirêj jî bi xêzên xwe yên dijîtal bi destanên Kurdî daketibû û ji bo bernameyên destanên Kurdî xebitîbû û xêz kiribû. Di dema pandemiyê de ew bêhtir li ser karê wênexêzkirinê hûr bûye û bi sedan wêne û xêzên xwe li ser hesabên xwe yên înstagram û twitterê parve kirin.
Wî di sala 2018’an de bi pêşangeha xwe ya “Sewta li gel ba” portereyên dengbêjên Kurd çêkirin û li Amedê dengbêjên Kurd bi wêneyan dan nasîn. Di sala 2019’an de jî ji bo grevên birçîbûnê bîne rojevê, li ser hesabên xwe yê medyayê portreyên dayikên Kurd xêz kiribûn û belav kiribûn.
Şêwekar Ercan Altuntaş vê carê jî bi pêşangeha “Artîn” rewşa koçberî û penaberiyê tîne ziman. Altuntaş bi pêşangeha Artîn dibêje, “Heger em mecbûr nemînin em xîçikê ku li piyê me dikeve jî li erdê nahêlin, ji lewre ew xîçik jî yê me ye.”
Altuntaş, bi minasebeta pêşangeha Artîn, çîrokên penaberiyê yên van salên dawiyê ên li qiraxa behran, deşt û çiyayan kom kirine û bi xêzên xwe ew ji nû ve şirove kiriye. Altuntaş, navê pêşangehê ji ber Artînê piçûk ê ku penaber bû û bi malbata xwe re di behrê de xeniqîbû, girtiye û pêşangeha xwe diyarî Artîn dike.
Serpêhatiya Artîn
Artîn hîna 15 mehî bû. Malbata Artîn ji bo jiyaneke bi ewle û baştir ji bajarê Serdeşt ê Rojhilata Kurdistanê xwest koçî Ingilîstanê bikin. Malbat di ser Tirkiye re pêşî çû Îtalyayê û ji wir jî derbasî Fransayê bû. Ji Fransayê du caran xwestin ku bi trênê biçin Ingilîstanê, lê polêsan ew paşve vegerandin û nehiştin ew biçin Ingilîstanê. Herî dawî malbatê pereyên xwe hemû û di ser de jî hinek alavên xwe firotin, dan qaçaxçiyan da ku ew wan bibin Ingilîstanê.
Ji malbata Artîn kes nefilitî
Malbatê 27’ê Cotmeha 2020’an biryar da ku bi botan, bi rêyên qaçax di Behra Manşê re biçe Ingilîstanê, lê ji ber bayî û pêlên behrê, bota wan noqî avê bû û Bavê Artîn Resûl Îran Nezhad, diya wî Şîva Mihemed Penahî û du xwişkên wî yên bi navê Anîta û Armîn di bahrê de xeniqîn. Piştî bûyerê 15 penaber rakirin nexweşxaneyê lê di nava wan de Artîn tine bû. Dozgerê Fransayê derbarê noqbûna botê de lêpirsîn da dest pê kirin lê xeberek ji Artînî negirtin û Artîn winda bû.
Piştî bi 7 mehan, xeberek hat ku cendekê zarokekî 15 mehî li peravên Karmoy yên Norwecê hatiye dîtin. Piştî encamên testa DNA´yê, diyar bû ku ev zarok, Artîn e. Belê, çîroka Artîn çîrokeke wiha ye ku dişibe ya Alan Kurdî.
Maleke bê ban û bê derî
Şêwekar Ercan Altuntaş bi pêşangeha xwe ya “Artîn” dixwaze balê bikişînê ser rewşa penaberiyê. Ew dibêje, “Di şexsê zarokê piçûk Artîn de dixwazim rewşa dijwar a penaberiyê bi xêzan şirove bikim. Mixabin van salên dawiyê em her roj bi nûçeyên penaberan şiyar dibin û em dibihîzin ku di rêyên koçberiyê de mirov jiyana xwe ji dest didin yan jî difetisin. Bifikirin, hûn rojekê şiyar dibin û ji mala xwe vediqetin û bîranînên xwe hemûyan li wir dihêlin. Ev yek bi serê xwe trawmayeke mezin e. Ev trawma bivênevê bala min dikişîne û dixwazim bêdengiya van kesan yan jî trawmaya wan bi xêzan vebêjim. Min çîrokên penaberiyê hinek kom kirin, û hest û nihêrînên xwe li wan zêde kirin, û bi xêzan nîşan da ku penaber bê cih û war in. Mala penaberan rê û rêwîtî ye, maleke bê ban û bê derî ye.”
Pergala heyî xitimiye
Şêwekar Altuntaş dibêje, “Pergala heyî xitimiye û nikare ji mirovan re bibe bersiv, ji lew re jî mirov mecbûr dimînin cih û warên xwe biterikînin. Xasma jî rewşa şer û aboriyê li ser civakên dinyayê bandoreke ne baş ava dike û mirov nikarin debara xwe bikin. Tenê debar na, ew dixwazin bê tirs û ewle bijîn. Ji ber van sedeman, mirov penaber dibin û li cihên ewle digerin ji xwe re. Aloziya penaberiyê tenê ne pirsgirêka çend dewletan bi xwe ye, ew êdî pirsgirêka mirovahiyê hemûyî ye, û divê rojekê beriya rojekê ji vê aloziyê re çareseriyek peyda bibe. Her mirov li vê dinyayê malekê heq dike û divê di nav kêliyên aram de karibe bijî. Ev tişt mafekî xwezayî û sereke yê mirovahiyê ye.”
Pêşangeha “Artîn” îro li Wanê li “Salona Konferansê ya Tahir Elçî” bi merasîmekê dest pê dike û dê çend rojan vekirî be.
NAVENDA NÛÇEYAN