Mala Êzîdiyan li Helebê alîkariyê dide mexdûran
Yekşem 5 Adar 2023 - 16:19
Mala Êzîdiyan a Helebê alîkariyên darayî yên Yekîtiya Êzîdiyan û Jinên Êzîdî ji Ewrûpayê şandine, li mexdûrên erdhejê yên li Helebê belav kir.
Yekîtiya Êzîdiyan û Jinên Êzîdî yên li Ewrûpayê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Helebê alîkariyên darayî şandin.
Berdevka Yekîtiyê ya li Helebê, Newroz Ado da zanîn ku alîkarî bi rêya Mala Êzîdiyan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, li mexdûran hatine belavkirin.
Newroz malavahiya her kesî kir ê ku alîkarî daye mexdûran, û got: “Ez hêvî dikim ku em di rewşên zehmet de piştevanî û hevgirtina xwe dewam bikin.”
ANHA/HELEB