Mafya bacê ji xelkê werdigire

Sêşem 16 Tebax 2022 - 22:36

  • Li avahiya Şaredariya Silêmaniyê, derbarê wergirtina bacê ji dikandar û komeleyên bajêr, şaredara Silêamniyê Leyla Umer daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Şaredara Silêmaniyê Leyla Umer ragihand ku komek kes bûne mafya û dest danîne ser zeviyên xelkê Silêmaniyê, ew bi çavên xwe dibînîn, bacê ji dikandaran werdigirin.

Li avahiya Şaredariya Silêmaniyê, derbarê wergirtina bacê ji dikandar û komeleyên bajêr, şaredara Silêamniyê Leyla Umer daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Li gorî Leyla Umer, komek kes bûne mafya û eşkere bacê ji kasibkar û dikandaran werdigirin.

Şaredar Leyla Umer dibêje; “Komek kes bûne mafyayên zeviyan û koşkan çêdikin. Em bi çavê xwe dibînin ku ev kes bacê ji dikandaran distînin, bi navê hizb û berpirsan diaxivin. Ji bo vê, me ji asayîşê xwestiye alîkariya me bikin da ku em rê li van kesan bigirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.