- HRW di rapora xwe ya herî dawî de ragihand ku hikumeta Tirkiyeyê ya bi serokatiya Erdogan mafê çendîn kom û pêkhateyên cuda yên li Tirkiyeyê bin pê kiriye.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Cîhanê (HRW) di rapora xwe ya herî dawî de ragihand ku hikumeta Tirkiyeyê ya bi serokatiya Erdogan mafê çendîn kom û pêkhateyên cuda yên li Tirkiyeyê bin pê kiriye.
HRW di raporê de qal dike ka çawa Erdogan û dadgeha Tirkiyeyê hewl didin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bigirin û mafê wekîltiyê yê wekîlên HDP’ê betal bike.
HRW dibêje, “Di guhertinên dawî yên li Tirkiyeyê de piraniya tundûtîjî û binpêkirinên çêbûne li dijî Kurd, muxalefet, jin û çalakvanên demokrasî û mafê mirovan bûye.”
HRW’ê her wiha behsa betalkirina mafê parlementeriya parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû dike ku hefteya bihorî ji aliyê parlementoya Tirkiyeyê ve bi piraniya dengên AKP û MHP’ê hatibû erêkirin.
Rêxistinê bal kişandiye ser hewildanên Erdogan yên ji bo girtina HDP’ê û dibêje: “Hewldanên Erdogan yên ji bo girtina HDP’ê mafê bi milyonan Kurdê wî welatî kiriye armanc û prensîbên demokrasiyê lekedar kiriye. Di nava 30 salên borî de Tirkiyeyê 5 partiyên nêzî Kurdan girtiye û dadgeha wê 687 kes ceza kirine ku piraniya wan endam yan parlementerên wan partiyan bûne û li Tirkiyeyê piştevanê Kurdan bûn.”
HRW’ê di beşek din a rapora xwe de wiha îşare bi pîrozbahiya Newrozê ya li Bakurê Kurdistanê kiriye: “Di rojên 20 û 21’ê Adarê de Kurd û hilbijêrên HDP’ê pîrozbahiya sala nû ya Kurdî (Newroz) kirin û nerazîbûna xwe li dijî binpêkirinên li Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan û HDP’ê nîşan daye, lê hikumeta Tirkiyeyê dest bi lêkolîna endam û pêşengên HDP’ê ya ji ber tevlîbûn û axaftinên wan a di pîrozbahiyê de kiriye.”
HRW bang li Yekîtiya Ewropayê dike ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re di ber çavan re derbas bike, bi rengekî eşkere rewşa mafê mirovan a li Tirkiyeyê vebêje û bike ku Tirkiyê nikare êrişî muxalefetê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN