Serê Nîsanê heyeteke ji wezareta Karê Derve ya Fransayê çû serdana Herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li wir wê nûnerên pêkhateyên li herêmê vexwendin Qesra Elysee (Qesra Serokkomariyê). Di nava vexwendiyan de hem partiyên PYNK'ê û hem jî yên ENKS'ê hene. Ev heyet wê bi serokkomarê Fransayê Emannuel Macron re rûne. 

Ya xuya dike ew e ku Fransa dixwaze tesîra xwe ya ku li Libnan û li Sûriyê ji dest daye, ji nû ve ava bike. Axir bi her halî vexwendineke fermî ya di asta serokkomariyê de wê di heman demê de ji bo rewabûna Rêveberiya Xweser bi dewrekê rabe.

NAVENDA NÛÇEYAN