• Di roja 5’an a mihrîcanê de koma Hêvî ya şanoyê ya ji navenda Çand û Hûner a bajarê Rimêlan ya herêma Cizîrê, şanoya bi navê "Ma te kes kuşt" derxist ser dikê.

Mihrîcana şanoyê ya bi navê “Mihrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye” cara duyem bi diruşmeya "Li vir hin hêvî hene, divê bên pêşkêş kirin" di roja 5’an de bi şanoya “Ma te kes kuşt” li Kobanê dewam kir.

Mihrîcan ji bo temamê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tevgera Çand û Hûnerê Mezopotamya û Desteya Çandê ya herêma Firatê ve hatiye birêxstin kirin. Komên şanoyê yên ji Kobanê, Minbic, Heleb, Efrîn, Reqa û Rimêlanê beşdarî festêvalê bûne.

Di roja 5’an a mihrîcanê de koma Hêvî ya şanoyê ya ji navenda Çand û Hûner a bajarê Rimêlan ya herêma Cizîrê, şanoya bi navê "Ma te kes kuşt" derxist ser dikê.

 

‘Ji bo nifşên nû siberojeke afirîner’

Lîstikvana koma Hêvî, Rûken Hejar Omer a ji navçeya Çil Axa der barê şanoyê de got, "Ev beşdarbûna me ya yekemîn e di Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye, her wiha ev cara yekemîn e ku ez têm serdana Kobanê jî. Ji ber vê, hestên gelekî cûda bi min re hene û li aliyekî jî beşdarî mihrîcanê dibim. Mijara şanoya me meseleyeke di navbera pîrekê û ciwanekî de ye. Min rola pîrê kir; weke ´pîrê´ min di ciwaniya xwe de gelek tiştên xirab kiribûn, ji ber vê min şîret li wî ciwanî dikirin da ku weke min lê neyê. Lê wî ciwanî şaştiya ku min kiribû, kir û ji piştê ve kêr li min da û ez kuştim. Piştî wê dengê zarokan tê ku ew jî di maneya hêviya siberojeke nû de ye ku ew çopê û qirêjê paqij bikin. Me çop jî bi maneya mirovên xirab yên di welatê me de bi kar anî. Bi giştî peyam ew bû ku nifşên nû karibin siberojê jiyanê ava bikin, paqij bikin û tiştên nû yên xweş biafirînin."

 

‘Festîval dewlemend e û haziriyên xurt hene’

Şanoger Saya Osman a ji navenda Cemîl Horo a bajarê Helebê, nihêrîna xwe wiha îfade dike: "Cara diduyan e em beşdarî vê festîvalê dibin. Heta niha dora me nehatiye, lê em bi kelecaneke mezin li bendê ne ku em jî şanoya xwe bi temaşevanan re parve bikin. Şanoya ku koma Hêvî derxist ser dikê, gelek bi mane bû û me jî gelek peyam jê girtin. Îsal asta festîvalê xweştir e, mirov dewlemendiyê û amedekariyên xurt dibîne."

Mihrîcan bi koma şanoyê ya ji bajarê Reqayê bi şanoya "Di koma gemarê de" didome.

ANHA/KOBANÊ