Ma Musicê serdana DEM Partiyê kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Sibat 2025 - 01:15

Ma Musicê di çarçoveya kampanya “Milyonek Pirtûk, Milyonek Zarok” de serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir.

Ma Musicê di çarçoveya kampanyaya “Milyonek Pirtûk, Milyonek Zarok” de serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir. Şandeya ku ji Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar, mamosteyên Ma Musicê Sarya Ertaş, Evîn Dulek pêk dihat ji aliyê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê Komîsyona Zarokan Îhsan Seylan, Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinê Mahfuz Guleryuz û Hevberdevkên Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli û Heval Dilbahar ve hatin pêşwazîkirin.

Şêrko Kanîwar derbarê kampanyayê de agahî dan û ji bo kampanyayê piştgirî xwest. Şêrko Kanîwar diyar kir ku divê ev kampanya bikeve nava her malê.

Hevserok Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin van xebatan û got: “Çi ji destê me bê, em ê ji bo xebatên çand, huner û zimanê Kurdî bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.