Ma îro û sibe tenê!

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 8 Gulan 2023 - 00:50

  • Kesên ku xebatên hilbiajrtinê li Elmanyayê ji bo Yeşil Sol Parti dikin bang li xelkê dikin ku van her du rojên mane, biçin ser sindoqên li konsolosxaneyên Tirkiyeyê û dengê xwe bidin partiya xwe. 

ARAT ARARAT/M. ZAHÎT EKÎNCÎ/BIELEFELD/HAMBURG 

 

Hilbijartina serokkomariyê û ya parlamenteriyê ya Tirkiyeyê 14’ê Gulanê wê bi rê ve biçe. Ji bo hilbijerên li derveyî Tirkiyeyê sibe roja dawî ya dengdana li nûneriyên dewleta Tirk e. Heta pêr, li nûneriyan milyonek û 387 hezar û 387 kesan dengê xwe dabû. Li deriyên sînor jî 100 hezar û 897 kesan deng dabû. Yanî ji hilbijêrên derveyî Tirkiyeyê, bi giştî milyonek û 488 hezaran dengê xwe dabû. Ji ber vê jî em dikarin bibêjin, ji niha ve hejmara dengan ji hejmara dengên 2018’an bihurî. 

Li aliyê din li welatên Swîsre, Ingilîstan, Holanda, Belçîka, Swêd, Awustralyayê dengdan 7’ê Gulanê, yanî doh bi dawî bû. Li Elmanya, Fransa, Awusturya, Danîmarkayê, dengdan heta sibe saet 21:00’ê wê dewam bike. Li deriyên sînor jî deng dan wê heta 14’ê Gulanê heta saet 17:00’an dewam bike.

 

Dengên Bielefeldê ji Yeşil Solê re

Li Elmanyayê di nava deh rojan de 580 hezar kesî dengê xwe dabû. Li bajarên Elmanyayê Bielefeld, Detmold, Herford, Badsalzuflen, Bad Oeynhausen, Rheda-Wiedenbrück, Paderborn, Schloss Holte-Stukenbrock, Gütersloh, Halle, Steinhagenê, bi hevkariya 14 saziyan Platforma Demokrasiyê OWL ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe. Ji endamên Paltformê, ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bielefeldê Zêdê Şahin dibêje, “Di hilbijartinên 2018’an de HDP 5 hezar ray ji vir wergirtin. Ji bo Partiya Yeşil Sol, hedefa me 10 hezar deng in. Ne tenê dengê Kurdan, yên dostên me, yên bindestan, xelkên ji baweriyên cihê, yên ciwanan, yên jinan, yên kesên ku dixwazin ji sîstema faşîst a dijminê jinan, rizgar bibe, lazim e ew biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Yeşil Sol Partiyê”. 

 

Dengek gelek tiştan diguhere

Berdevê Plaforma Demokrasiyê OWL’ê Îsmaîl Taş dibêje, armanca wan ew e ku rejîma yek zilamî hilweşînin, û ew bi komeke dilxwazan a ji 150 kesî xelkê dibin ser sindoqan û xebatên hilbijartinê dimeşînin. Di dewamê de ew wiha peyivî: "Gelek kesên ku berê dengê xwe dabûn AKP’ê yan jî hîç dengê xwe nedabûn, ji me re gotin, ew ê biçin ser sindoqan û dengê xwe nedin Erdogan. Nebêjin, ma rayek wê çi bike.Weke platform, em bang li Tirk, Kurd, Laz, Çerkes, Ereb, Ermen, Fars, Suryanî, Gurc, karker, kedkar û kesên ji baweriyên cihê dikin, ji bo jiyaneke wekhev û azad a tevahiya gel û baweriyan, dengê xwe bidin."

Berdevkê Komîteya Hilbijartinê ya Osnabrückê Ferhat Tarhan jî ji bo dengdana li bajarê Münsterê, got, Kurd hindikî diçin ser sindoqan. Wî da zanîn ku heta niha wan kariye bi sedan hilbijrêrê bibin ser sindoqan, lê ev hejmar kêm e. Wî da zanîn ku muşahidên wan dengdanê dişopînin û heta niha binpêkirineke mezin çênebûye. Wî bang li hilbijrên Kurd û dostên wan kir ku illehî dengê xwe bidin.

 

Yeşil Sol wê bi ser keve!

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê hilbijêrên Kurd û dostên wan, dengê xwe didin Tifaqa Ked û Azadiyê. Li Hamburgê di 10 rojan de 30 hezar kesan dengê xwe da. Serokê Giştî yê Navenda Çanda Elewî li Hamburgê, Cengiz Orhan hilbijartin weke tercîha di navbera qencî û xirabiyê de bi nav kir û wiha dewam kir: “Hilbijartin ji bo gelên Tirkiyeyê, hilbijartina di navbera demokrasî û dîktatoriyê de ye.”

Hesen Dêrsim ê ji Dêrsimê û bavê du zarokan li Hamburgê dengê xwe da. Ew dibêje, “Em dikarin li Tirkiyeyê dawiyê li vê serdema tarî bînin. Ev bihar mizgîniya serketina Yeşil Solê ye. Ji bo vê em dengê xwe bidin Yeşil Sol Partiyê.” diye konuştu.

 

Li 9 deveran wesaît hatin girtin

Hasan Poyraz ê 55 salî jî li Hamburgê muşahidiyê dike. Ew berê di xebatên meclîsa HDP’ê ya Stenbolê de çalak bûye. Ew dibêje, “Ji 9 deverên Hamburgê, em insanên xwe bi wesaîtan dibin ser sindoqên li konsolosxaneyê da ku dengê xwe bidin. Wekî din li ber konsolosxaneyê jî em alîkariya mirovên xwe dikin. Ew jî di dawiyê de bang li herkesî dike da ku sibe beriya saet 21:00’ê dengê xwe bidin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.