Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê ku ji rêxistinên girseyî yên Kurdistanî û Tirkiyeyî pêk tê, biryar da ku piştgiriyê bide Partiya Çep a Kesk û li gelek herêmên Londonê dezgehên hilbijartinê danîn.

Pêkhateyên koordînasyonê li gelek herêman bi dirûşma "Gel wê bi ser bikeve, faşîzm wê têk biçe" karên hilbijartinê dikin. Pêkhateyên koordînasyonê ragihandin ku ew ê piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk.

Di vê çarçoveyê de koordînasyonê bang li civakên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li bajarên din ên Brîtanyayê kir da ku dengê xwe bidin Partiya Çepk a Kesk. Li gelek deverên Londonê jî dezgeh hatin danîn.

Koordînasyona hilbijartinê li 5 nuqteyên cuda yên li bakurê Londonê belavok belav kirin. Her wiha afîşên "Gel wê bi ser bikeve, faşîzm wê têk biçe" daliqandin.

Koordînasyon di heman demê de kesên ku dixwazin di ewlehiya dengdan û hilbijartinê de cih bigirin, qeyd dike.

Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê Îbrahîm Avcîl bang li gel kir da ku dengê xwe bide hêzên ked û azadiyê: "Ji bo bidawîkirina sîstema faşîst a AKP-MHP'ê, ji bo bicihanîna demokrasiya radîkal dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk."

Hevseroka Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Dîlek Încedal, ji Meclîsa Gelê Kurd Dogan Genç, ji Navenda Çanda Elewiyan a Enfieldê Fatma Yildirim Polat, ji Navenda Piştevaniyê ya Alxasiyan Olcay Has û Nûnerê Brîtanyayê yê Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewrrûpayê Fûat Yoldaş daxuyanî dan û diyar kirin ku divê dawî li rejîma zext û zilmê bê anîn, ev jî tenê bi kombûna li dora Partiya Çep a Kesk dibe. Koordînasyonê ragihand ku li Brîtanyayê tenê wê li 4 deveran sindoqên dengdanê wê bêne danîn û diyar kir ku 9 rojan wê hilbijêr karibin dengê xwe bidin.

ANF/LONDON