- Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê: Me Cizîr û Nisêbîn ji bîr nekir. Mehmet Tunc em ê ji bîr nekin. Em ê wiha biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Em ê bi hev re hesab ji rejîma faşîst a AKP-MHP´ê bipirsin.
DÎREN DÎCLE ERDEN
Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê, li gelek deverên paytexta Ingilîstanê Londonê, ji bo hilbijartina 14´ê Gulanê û serketina Partiya Çep a Kesk dezgeh hatin danîn. Koordînasyonê bang li her kesî kir da ku dengê xwe bi kar bînin, Partiya Çep a Kesk bi ser bixin û “dawiyê li rejîma faşîst bînin”.
Koordînasyon bi şîara “Gel wê bi ser kevin û faşîzm wê tê biçe” xebatên xwe dimeşîne û di navê de komeleyên Kurd, Elewî, çepgirên şoreşger û yên herêmî hene. Li Brîtanyayê di hilbijartina 2018´an de 41 hezar û 823 kesan dengê xwe dabû û ji sedî 47´ê van dengê xwe dabû HDP´ê. Îsal dibe ku hejmara hilbijrêan bibe 120 hezar. Koordînasyon li bendê ye ku Partiya Çep a Kesk vê carê bibe partiya yekemîn.
Di nava Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê de Meclîsa Gel a Kurdan, Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Navenda Çandê ya Tohum, Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber, Komleyên Alxasiyan, Kurecikiyan, Qoçgiriyan, Day-Mer, Cemxane û gelek rêxistinên din ên demokratîk cihê xwe digirin. Koordînasyonê heta niha li Edmonton, Wood Green, Tottenham, Enfield û Dalstonê dezgeh danîn û li ser bilboard û li ser cammekanên dikandarên li bakurê Londonê afîş hatin daliqandin: “Gel wê bi ser kevin, Faşîzm wê bi bin keve”.
Li Brîtanyayê wê ji bo hilbijartina serokkomarê Tirkiyeyê û ya parlamenê, li çar bajaran sindoq bê danîn. Li London, Manchester û Edinbourghê ji 29´ê Nîsanê heta bi 7´ê Gulanê hilbijêr wl dengê xwe bidin. Li bajarê Leicesterê jî ji 29´ê Nîsanê heta bi 1´ê Gulanê hilbijêr wê raya xwe bidin. Koordînasyon wê ji bo ku hilbijêr di vê mohletê de biçin ser sindoqan, çareseriyan bibîne.
10 otobos û bi dehan minîbus
Ji Meclîsa Gelê Kurd, Dogan Genç got, wan bi hezaran hilbijêr qeyd kirine û ji bo xebatên ji niha û pê ve jî got, “Weke koordînasyon, me biryar da ku ji bo serketina Partiya Çep a Kesk xebatên xwe zêde bikin. Yan em ê bi hev re bi ser kevin yan jî em ê bi hev re bi binkevin. Li ser vî esasî em dixebitin. Em nexasim li komelyên herêmî, li dawetan û çalakiyên girseyî xebatên xwe dimeşînin. Qederê 120 hezar kes hene ku dikarin dengê xwe bidin. Hedefa me ew e ku ji sedî 80´yê van dengan ji Partiya Çep a Kesk re biçin. Ji bo ku xelk dengê xwe rehettir bide, weke koordînasyon em ê xelkê bi 10 otobus û bi dehan minîbusan bibin ser sindoqan. Em ê bi hev re vê nîzamî biguherin û hesab ji rejîma faşîst a AKP-MHP´ê bipirsin. Em ê kesên di erdhejê de di bin xirbeyan de ji sermayê canê xwe ji dest dan, ji bîr nekin. Em ê Pirsûsê ji bîr nekin. Me Cizîr û Nisêbîn ji bîr nekir. Mehmet Tunc em ê ji bîr nekin. Em ê wiha biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin da ku raya xwe bidin û xwedî li dengê xwe derkevin.”
Rêya sêyem Partiya Çep a Kesk e
Ji Navenda Piştgiriyê ya Alxasiyan, Olcay Hasê jî got, “Em Tifaqa Cumhur jî ya Millet jî baş nas dikin. Herduyan jî di dîrokê de li dijî gelan sûcên mezin kirine. Em dibêjin rêyeke sêyem heye, ew jî Partiya Çep a Kesk e. Du dengên me hene. Emm ê yekê ji bo hilweşandina rejîma yek zilamê hilweşînin bidin. Emê dengê din jî ji bo azadî û demokrasiyê bidin Partiya Çep a Kesk.”
Nûnerê Brîtanyayê yê Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewrûpayê, Fuat Yoldaş jî ji me re wiha peyivî: “Ji bo serketina Tifaqa Ked û Azadiyê em dixebitin, em yeqîn dikin ku Partiya Çep a Kesk wê karibe xwe bigihîne hedefa xwe ya 100 parlamenteran. Helbet armanca me ya sereke bi dawîkirina vê rejîma zilmê ye. Ji bo ku em ji vê rejîmê xilas bibin, em raya xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”
Berdevkê Gik-Derê, Îbrahîm Avcil jî got, “Di hilbijartinên bihurî de meseleya sereke ew bû ku em hilbijêran bibin ser sindoqan. Ji bo îsal me tedbîrên xwe girtin û em ê xelkê bibin ser sindoqan. Heta 15´ê Gulanê, em ê nesekinin. Faşîzm wê hilweşe ûş gel wê bi ser kevin.”