Lojîstika herî dilbirehm

Nûçeyên Jin

Sêşem 26 Nîsan 2022 - 22:27

  • Jinên Dîgurê: Heta niha jî artêşa Iraqê hêza xwe tîne Dîgurê. Lê belê çi bikin jî nikarin kêfa şervanên me bixin û nikarin Asayîş û YBŞ’ê tine bikin. YBŞ’ê soz daye şehîdan ku hêzeke xerîb nekeve nav axa Şengalê.

Dayîkên Şengalê ji bo şervanên ku di çeperan de li hemberî metirsî û êrişên li dijî Şengalê mewzî girtine, xwarinê çêdikin û dibêjin, “Ev bûn 74 ferman, me ber xwe daye, em ê dîsa li ber xwe bidin û bi ser kevin.”

Li Şengalê di 18’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK û dewleta Tirk a dagirker, artêşa hikûmeta Kazimî erişî Asayîşa Êzîdxanê kiribû. Di navbera artêşa hikûmeta Kazimî û Asayîşa Êzîdxanê de şer qewimîbû. Piştre ji bo şer kûr nebe, bi hin hevdîtinan şer sekinîbû. Di vê çarçoveyê de hin hevdîtin û diyalog dewam dikin lê heta niha jî gaveke berbiçav a ku vê rewşa aloz bi dawî bike, ji aliyê hikûmeta Bexdayê û artêşê ve nehatiye avêtin. Berovajî vê yekê, liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê zêdetir dibe.

Tevî ku artêşa Iraqê zextê zêde dike û dor li navendên xweparastina şengalê digire jî gelê Êzîdî ji bo şervanên xwe çi ji dest tê, dike. Li gundê Dîgurê yê ser bi navçeya Sinunê ya Şengalê, di rewşa aloz de jî gel di her warî de piştgiriya şervanên xwe dike. Dayîkên Dîgurê ev 6 roj in li pişt eniyê, xwarinê çêdikin û ji şervanên xwe re dişînin. Yanî Dayik bûne lojîstikeke bawerî pê bê û dilbirehm ji bo hêzên xweparastinê yên Şengalê.

´Em ê nehêlin YBŞ biçe´ 

Endama Meclîsa Dîgurê, Cîlan Şengalî gotm ew nahêlin Asayîşa Êzîdxanê û Yekîniyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji nav axa Şengalê derkevin û got, “Heta niha jî artêşa Iraqê hêza xwe tîne Dîgurê û dixwaze hêza xwe ya li vir bihêztir bike. Lê belê çi bikin jî nikarin kêfa şervanên me bixin û nikarin Asayîş û YBŞ’ê tine bikin. YBŞ’ê soz daye şehîdan ku hêzeke xerîb nekeve nav axa Şengalê.”

Dayik û şervan bi hev re

Dayîkeke din a Şenaglî ku xwarinê ji şervanan re çêdike, Rihan Şengalî ye. Ew jî berxwedana şervanên xwe pîroz dike û dibêje, “Çendîn êriş li dijî me were kirin jî em ê her li gel şervanên xwe bisekinin. Şervanên me ji me hêzê digirin. Dema dayîk li ber zarokên xwe bisekine, ew ji dayikan hêzê digirin. Em li pişt şervanên xwe ne. Em xwarinê ji wan re çêdikin û diçin li gel şervanên xwe, em ji vê yekê gelekî kêfxweş in.”

Rihan bang li gelê Êzîdî kir da ku xwedî li zarokên xwe, axa xwe derbikevin: “8 sal in şervanên me parastina gelê xwe dike, pêwîst e em jî bi erka xwe rabin. Em alîkariya şervanên xwe bikin. Tiştê ku kete ser milê me pêwîst e em bikin. Divê em li rex şervanên xwe bin.

Em artêşa Iraqê şermezar dikin, wek DAIŞ’ê bi ser me de girt. Em vê tiştê qebûl nakin. Em natirsin, tiştek nema em bitirsin jî û em serî ji ti kesî re natewînin. Heger ew şer bixwazin, em ê jî şer bikin. 74 ferman bi serê me de hatine, me serî netawandiye, em niha jî natewînin. Yek ji me ji gundên xwe jî dernakeve. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî li gel şervanên xwe bisekinin.”

Kî êriş bike, Şengal li ber xwe dide

Nazê Şengalî jî dayikek e ku xwarinê ji şervanan re çêdike. Ew jî dibêje, Asayîşa Êzîdxanê hemû zarokên wan in, zarokê axa Şengalê ne û artêşa Iraqê erişê wan kiriye: “Em naxwazin şerê hikûmeta Iraqê bikin. Lê belê ew erişê me bikin, em ê jî li ber xwe bidin. Em her roj xwarinê ji şervanên xwe re çêdikin. Pêwîst bibe, em di çeperan de pişta wan jî bigirin û şer jî bikin. Em naxwazin şer çêbe, lê belê şer were ber derî, em ê li ber xwe bidin. Ev bûn 74 ferman, me li ber xwe daye, em ê dîsa li ber xwe bidin û bi ser kevin.” 

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.