- Hasan Taşkale: Ez li Dêrsimê li gundan geriyam û lîstikên ku min berhev kirin, nivîsandin. Min ji parçeyên din ên Kurdistanê jî mînak berhev kirin. Ez gihiştim 80 lîstikên cuda.
FIRAZ BARAN
BERGISCH GLADBACH
Li gundên Kurdistanê lîstikên şanogeriyê caran pirr û belav bûn. Em dikarin di van lîstikan de mercên jiyana ji rêûresmê, baweriyên cihî û kultên dîrokî bibînin. Lê ev lîstik wek pîşeyên kevn hêdî hêdî winda dibin. Mamosteyê malnişîn Hasan Taşkale ev lîstikên şanogeriyê berhev kirine û kitêbekek amade kiriye. Em bi Taşkale re li ser encamên lêkolîna wî peyivîn.
We kîjan herêman, çend lîstik berhev kirin?
Min 80 lîstik berhev kirine. Hin lîstik û herêmên wan ev in:
Hilo [qertel] ji Semsûrê, Kal-Gagand ji Çewlîgê, Teşî û Bêrî ji Amedê, Ji Avê Derbaskirin ji Xarpêtê, Elîk û Fatik ji Mazgerdê, Cotkar ji Çixêk-Dêrsimê, Rivî ji Mazgerdê, Serê Salê ji Elezîzê, Mar ji Pêrtaxê, Bûka Baranê ji Başûrê Kurdistanê, Xidirelez ji Doxanşar [Wêranşar]-Meletiyê, Cezayê Rivî ji Îspîr-Erzromê, Bûk Revandin ji Licê, Şûr û Mertal ji Amedê, Gulê Xanim ji Gundê Tanzê-Pêrtaxê, Sîn Sîn ji Kulu-Konyayê, Dolîdang ji Şengalê*.
Ev lîstik gelo dimînin yan namînin?
Mixabin, pirraniya wan winda bûne. Lîstika Tura ku me ji Markazê (Bazarcix) berhev kiriye, êdî li wê herême nayê lîstin. Di lîstikê de ebe, qamçî, kalik û muzîkvan cîh digirin. Serdarê Îngîlîz Edward William Charles Noel sala 1919´an berhev dike.
Ev lîstik li cîhekî mezin bi du kesan tê lîstin. Di destê her du lîstikvanan de qamçiyek dirêj heye. Yek lîstikvan qamçiya xwe li ser serê digire û li ber muzîkê direqise. Lîstikvanê din jî bi qamçiya xwe û bi hemî hêza xwe li pişta wî dixe. Lîstikvanê lêdan xwariye, qamçiya xwe davêje temaşevanan. Kesê ku qamçiyê digire bi lez dikeve nav meydana lîstikê. Vê carê ew hewl dide ku li lîstikvanê din bixe. Lîstik bi vî rengî bi saetan dewam dike. Di beşa paşîn de, du kalên bi rihên spî, 70-80 salî, derdikevin ser dikê. Vê carê mirovên kal mîna ciwanan dest bi lêdana hev dikin. Ciwan rehmê li kalan dikin û wan xilas dikin û lîstik diqede.
Di lîstikan de kîjan mijar derdikevin pêş? Çiqasî dişibin şanoya profesyonel?
Em dikarin di van lîstikan de mercên civakî-aborî, jiyana kevneşopî, bawerî û kultên dîrokî bibînin. Di lîstikan de hêmana komedî û şahiyê li pêş in. Lîstikvan ciwanên gund in. Pisporiyên wan ên amator û jixweberî têne pêşandan. Tevî ku carinan cil û berg derdikevin pêş, lê ev ne çêkirinek cidî ya şano ye. Di lîstikan de derhêner an sehneyek teybet tine. Ew li meydana gund, bênder yan li odeyên xaniyên li gund têne nîşandan.
Demeke taybet a lîstikan heye gelo?
Hin di rojên dînî de weke Xidirelez a li Meletî, hin jî di roja sersalê de weke Kal Gaxan a Çewlîgê, têne lîstin. Lîstikên ku di dawetan de têne lîstin jî hene. Mînak, şanoya bi navê "Ji Avê Derbaskirin" a li herêma Xarpêtê, di şevên hinê de tê nîşandan. Ev lîstik di navbera keç û şivanekî de ye. Lîstika ji herêma Pêrtaxê a bi navê "Avkirina Gilgil" di dawet û betlaneyan de tê lîstin. Qala cotkarê ku ava wî hatiye birrîn, tê kirin.
Rola muzîkê çi ye di van lîstikan de?
Hin bi muzîkê, hin jî bê muzîk û hin jî bi risteyan têne lîstin. Mînak, şanoya Teşî-Berî ya ji Amedê, dikare bi muzîkê yan jî bê muzîk were lîstin.
Te teza xwe ya mezûniyetê lîstikên Dêrsimê nivîsandiye. Te hingê li gundan lêkolîn kiribû?
Ez li Dêrsimê li gundan geriyam û lîstikên ku min berhev kirin, nivîsandin. Min li Elmanyayê jî bi kesên ji parçeyên din ên Kurdistanê re hevdîtin kirin û min li ser vê mijarê mînak berhev kirin. Min lîstikên di pirtûkan de jî parçe parçe anîn cem hev. Ez gihiştim 80 lîstikên cuda.
* Lîstik dikarin li gelek herêmên cihê hatibin lîstin. Navên cihan ên ku Hasan Taşkale li vir dibêje, ew dever in ku wî lîstik ji wan ber hev kirine.
Lîstika Qertel û dûvê rovî
Li ser pirsa li ser dewra heywanan di nava lîstikan de mamoste Hasa Taşkale wiha qala çend lîstikan dike û bi hurgilî jî behsa lîstika qertel a ji Semsûrê dike:
Li gundan karaktera heywanan xweş niwandine. Lîstika Gur û Şivan mînakek e. Di lîstika Elîk û Fatik a ji Aşkeleh de lîstikvan hêştirvan (devevan), bûk, eşqiya û hirç in. Di lîstika Rivî a ji Mazgerdê, tekoşîna rivî û kûçikan tê vegotin. Di nav lîstikên bi heywanan de lîstika ku herî zêde bala min kişand, lîstika bi navê Qertel (Hilo) bû.
Ev lîstik a herêma Semsûrê ye. Lîstikvan kal, pîr, qertel û rivî ye. Lîstikvan li gorî rola xwe cilan li xwe dikin. Mînak, doçikê rivî bi çatên rûn ve tê çêkirin. Ev lîstika ku Şukru Elçîn berhev kiriye, wiha ye: Pezê kal û pîrê dimire. Ew bi reng û dengên cûrbecûr xemgîniya xwe tînin ziman. Jina Pîr pezê mirî tîne nava meydanê û wê datîne erdê. Kal û pîr li wê derê agir pêdixin. Hiloyek (hêlo, eylo, qertel) agir û pez dibîne û bi hevalên xwe ve nêzîkê wan dibin. Dûv re dorê li wan digirin û direqisin.
Di heman demê de rivî jî xuya dibe. Ew hesabê kişandina perçeyek goşt dike. Hilo dema ku êrişî pezê mirî dikin, kal û pîr li hemberî wan disekinin. Hilo jî li ber xwe didin. Ji vê fersendê rivî sûdê werdigre û ji bo perçeyek goşt êrişê pez dike. Çavbirçîbûna rivî hiloyan aciz dike. Vê carê dora rivî digirin û êrişî wî dikin. Riviyê ku dixwaze ji hiloyan xilas bibe, carekê ber bi aliyê rastê û carekê ber bi aliyê çepê ve direve û herî dawî boçika wî dişewite. Fêm nake ku ev bûyer çawa qewimiye.
* Çavkaniya wî kitêba Şukru Elçin a bi navê "Anadolu Koy Orta Oyunlari (Koy Tiyatrosu)" (1991, rûpel 44) ye.
Hasan Taşkale kî ye?
Sala 1949´an li gundê Tanzê yê Pêrtaxa ser bi Dêrsimê hatiye dinê. Di navbera 1967-1972´yan de wî li Zanîngeha Enqereyê Fakulteya Ziman û Dîrok-Erdnîgariyê beşa Şanoyê xelas kiriye. Wî teza xwe ya mezûniyetê bi navê "Lîstikên Şanogeriyê li Herêma Dêrsimê” nivîsandiye. Taşkale di 1973´yan de hatiye Elmanyayê. Li Zanîngeha Kolnê perwerdehiya lîsansê ya du salan a şanoyê dibîne. Piştre jî 36 salan li dibistanên fermî yên Kolnê mamostetiyê dike. Taşkale sala 2014´an teqawît dibe û li Bergisch Gladbach a li nêzî Kolnê dimîne.