Lîstika ‘Nîsko’ li Stenbolê derket ser dikê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 26 Adar 2023 - 11:49

Navenda Çand û Hunerê ya Sî (GKSM) a di 2009’an de li navçeya Esenyûrta Stenbolê ji aliyê komek hunermend ve hat avakirin û bi piştevaniya welatiyan berfireh dibe, xebatên xwe dewam dike.

Lîstika “Nîsko” ya bi Kurmancî ku şanoger û rêvebera GKSM’ê Rewşan Apaydin derhêneriya wê dike, li Esenyûrtê derket pêşberî temaşevanan. Lîstik li ser dika Navenda Çandê ya Erol Olçok a Esenyûrtê belaş derket ser dikê û zarokan lê temaşe kir. Lîstik ji bo zarokan hatiye amadekirin.

Lîstik nêzî 40 deqîqeyan dewam dike û temaşevanan ji performansa lîstikê re li çepikan da. Lîstik wê di 1’ê Nîsanê de li navçeya Ataşehîr, di 2’yê Nîsanê de li navçeya Avcilar û di 8’ê Nîsanê de jî li navçeya Kartalê derkeve pêşberî temaşevanan.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.