Bariş Seyitvan bu hevkariya komeleya “Yekmal e.V. - Yêkîtîya Malbatên Kurdistan Li Berlin” û bi piştgiriya “Durchstarten”ê pêşangeha çandî û hunerî ya bi navê “ÇAND KURD”ê pêşkêş dike.
Seyitvan sala 2021’ê di navbera Adar û Îlonê de bi malbatên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Berlînê re hevdîtin pêk anîn. Di encama van hevdîtinan de hin lîstik, rêûresm û çîrokên Kurdistanê hatin tomarkirin. Wekî qonaxa yekê ya projeyê, ev mîrateya çandî ya tomarkirî wê bi sernavê “ÇAND KURD” bi Kurdî û Elmanî bê pêşandan. Pêşangehê 9’ê Îlonê (doh) dest pê kir û ji duşemê heta înê di navbera saet 10:00 û 16:00’an de pêşangeh wê vekirî be. Pêşangeh li salona Rengîn Navenda Malbatan a Pirzimanî û Navçandî ya Yekmalê ye.
BERLÎN