Lihevkirina li ser ezmûnên bawernameyan

În 13 Hezîran 2025 - 03:00

Xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî lihevkirina ku di navbera Desteya Perwerdeyê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xwseser û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê de, li ser proseya ezmûnên bawernameyên navîn û amadehî ya li gorî mînhaca rejîma berê pêk hatiye rihetiya xwe anîn ziman û bi coş pêşwazîkirin.

Di 10'ê vê Hezîranê de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê de, li hev civiyan. Di civînê de li ser mekanîzmaya hevbeş a proseya ezmûnên qonaxên navîn û amadehî yên mînhaca rejîma berê, nîqaş hatin kirin.

Piştî civînê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê biryarên taybet ji bo tomarkirina navên xwendekaran û diyarkirina navendan, dan. Desteyê diyar kiribû ku ev gav, ji bo berpirsiyartiya wan a birêxistinkirina proseya ezmûnan û misogerkirina hêsanbûna tomarkirinan xwendekarên dixwazin ezmûnên navîn û amadehî yên li gorî mînhaca rejîma berê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêş bikin, hat avêtin.

Desteyê ji bo tomarkirina xwendekaran 6 navend li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin; 2 navend li kantona Cizîrê, yek li Reqa, yek li Tebqa, yek li Firatê û ya din jî li Dêrazorê. Ji 11’ê Hezîranê heta 16’ê Hezîranê, ji saet 8’ê sibehê heta 5’ê êvarê tomarkirin hatiye destpêkirin.

Nûçegihanê ajansa ANHA'yê serdana navenda tomarkirinê ya bajarê Hesekê ya li avahiya Rêveberiya Dibistanan a Hesekê, kir. Nûçegihan diyar kir ku di roja yekê ya tomarkirinê de bi hezaran xwendekarên xort û keç xwe tomar kirin û rihetiya xwe ji vê lihevkirinê re nîşan dan. Xwendekaran ev gav bi gava ber bi îstîqrara perwerdehiyê, piştî çend mehan ji fikaran, bi nav kir.

Xwendekar Xalid Ehmed El Ehmed diyar kir ku beriya ev navend werin vekirin pir zehmetî dikişandin û got: "Berî vekirina van navendan, me gelek zehmetî dikişandin û ji bo tomarkirinê em neçar dibûn ku berê xwe bidin Dêrazorê, vê jî zexteke mezin çêdikir. Lihevkirina dawîn barê me yê pîskolojî û madî sivik kir û ez niha ji bo ezmûnê amade me."

Mamosteya bîrkariyê Necah Remedan diyar kir ku ev destpêşxerî destpêka teşwîqker a ber bi lihevkirinên zêde yên perwerdehiyê siberojê ve, temsîl dike û dawî li gotina xwe anî: "Em hêvî dikin ev lihevkirin berfirehtir bibin û pêşxistina mînhacan jî bigire nav xwe; li gorî pirrengiya pêkhateyên civaka Sûriyeyê be û xizmetî proseya perwerdehiyê ya berfireh bike."

ANHA/HESEKÊ/BILIND HACÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.