Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Heyet El Tensîq El Wetaniye ya Hêzên Guhartina Demokratîk di 24′ê Hezîranê de belgeyeke lihevkirinê îmze kir. 

Hevserokê MSD′ê Riyad Derar têkildarî mijarê axivî û got: "Heyet El Tensîq El Wetaniye formeke yekemîn derbarê xalên ku li ser difikire pêşkêş kir, wê MSD′ê jî belgeyek nû ku wê formê temam dike pêşkêş bike. Bi wê yekê wê nêrînên her du aliyan di belgeyekê de bigihînin hev, bê îmzekirin û bê ragihandin.”

Têkildarî xalên di belgeya bê de Derar got, "Di belgeya yekemîn de îşaret bi têgeha nenavendîbûyînê hate kirin, lê nehatibû şirovekirin. Ji ber ku nakokî li ser nihêrîna têkildarî têgeha nenavendîbûyînê hene, lewma ji me her du aliyan lêkolîn û lêveger tê de xwestin, da ku em forma nû bi rengekî ku xizmetê ji nihêrîna têkildarî siberoja Sûriyeyê -Sûriyeya nenavendî, pirreng û demokratîk- re saz bikin. Gelek caran Heyet El Tensîq behsa nenavendîbûna rêveberiyê dike. Di vir de pêwîstiya me bi nêzîkatiyan heye.”

 

Rejîm wê muxalefeta xurt bibîne

Li gorî Derar, xala sêyemîn ku tê payîn bi rengekî berfireh di belgeya bê de were nîqaşkirin, mijara artêşa Sûriyeyê û tevlîkirina QSD`ê ya li nava artêşê ye. 

Derar, ti qewl ji bo ragihandina vê belgeyê diyar nekir û got, “Hin reflkes hene, em li bendê ne. Em ê ji wan sûdê werbigirin.”

Derar derbarê mekanîzmayên pêkanîna belgeya rêkeftinê de jî destnîşan kir ku ew ê hêzên siyasî jî beşdar bikin, belgeyê di nava aliyan de belav bikin, made û bendên belgeyê jî bixin rojeva diyalogên berfireh ji bo lihevkirineke nîştimanî ya giştî.

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar anî ziman ku lihevkirina wan bi Heyet El Tensîq re dibe ku di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de rol bibîne û got: “Lihevkirina muxalefeta Sûriyeyê li ser nêrîneke hevbeş dikare li hember rejîmê bisekine. Ji ber ku rejîm wê li pêşiya xwe hêzeke muxalefetê ya xwedî bandor bibîne.”

ANHA/QAMIŞLO