- Li bajarê Elmanyayê Wuppertalê, bi boneya Roja Aşûreyê, zêdeyî 100 kes dawiya hefteyê civiyan û peyama “Berxwedana li dijî zaliman” da.
Li bajarê Elmanyayê Wuppertalê, bi boneya Roja Aşûreyê, zêdeyî 100 kes dawiya hefteyê civiyan û peyama “Berxwedana li dijî zaliman” da.
Bi hevkariya Meclîsa Jinan a Viyan û Federasyona Elewiyan a Demokratîk merasîma xwarina aşûreyê hat lidarxistin.
Li ser navê FEDA’yê Dîdar Ana û Pîr Cemal find pê xistin û Cemî Dar merasîm da destpêkirin. Nûnera FEDA’yê diyar kir ku ew dixwazin rêûresmên Elewiyan bimînin: “Roja Aşûreyê, hem roja şînê ye; ji ber ku ji bo bibîranîna komkujiyekê tê kirin, hem jî sembola hêviyê ye; ji ber ku sembola berxwedanên li ser erda me ye. Li gorî rîwayeteke kevin a gelên xwecih ên parzemîna Emerîkayê; bi her mirovî re hem tirs û xof heye, hem jî kesayetiyeke kesayîteyeke ji bo cîhaneke baş, demokrasî, aştî û mafê mirovan tebikoşe heye. Em kîjan kesî ji van mezin bikin û ew kesayeta me diyar dike.”
Piştî axaftina nûneran, hunermend Kîrvem Erdal helbest gotin.
ANF/WUPPERTAL