Li Wiesbadenê Operaya Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Gulan 2023 - 02:54

LUQMAN GULDIVÊ

 

Derhênerê Şano û Operayê Îhsan Osman (Ihsan Othman) halê hazir li Wiesbadene nasekine; em bibêjin piyên wî nakevin bin wî, wê ne mibalexe be. Lewma hem lîstika li ber romana Bextiyar Elî ya bi navê Dagirkirina Tarîtiyê li Şanoya Bajêr a Wiesbadenê tê nîşandan* hem jî ew ê ji Operaya Mem û Zînê ya bi derhêneriya xwe, stranên neqandî bi guhdar, organîzator û hilberînerên huner li Elmanyayê bide nasîn. Ev beşên ji Operaya Mem û Zînê jî li paytexta Hessenê Wiesbadenê wê bên nîşandan: Şemiya bê di çarçoveya Mainfestspiele saet 15:00 heta 16:00´ê. Piştî wê jî wê paneleke bi ser nivîsa “Ziman û Nasname” hebe ku tê de Îhsan Osman wê bipeyive û bersivê bide pirsên xelkê jî.

Axir di nava xirecira amadekariyên van herdu produksiyonên giran de me sohbeteke kurt kir bi Îhsan Osman re. Îhsan Osman bi bîr dixe ku berê jî ew li ser Mem û Zînê xebitiye, lê weke opera ev cara pêşiyê pê dadikeve**. Ew bi bîr dixe ku berê di çarçoveya şanoya muzîkal (operet) de li Başûrê Kurdistanê û li Bakurê Kurdistanê jî Mem û Zîn derketiye ser dikê, û wiha behsa serpêhatiya vê projeyê dike: “Dara Kutlay beriya bi sal û nîvekê hate cem min û behsa fikreke wiha kir. Min jî ev fikreke baş dît, ji ber ku beriya niha jî min li ser Mem û Zîn kar kiriye. Êdî Cuma Boynukara Librettoya wê nivîsandibû û Cem Îdîz jî muzîka wê çêkiribû. Ji min re şand û pirsî, ka wê bibe yan na. Min ew nîşanî çar, pênc dramaturg û rêveberên orkastrayê yên Elman da, ka ev çawa dikare bibe opera. Wan jî pêşniyazên xwe nivîsîn, û ji min re gotin. Me çend sererastkirin kirin. Ev yekem car e ku Mem û Zîna Ehmedê Xanî weke opera tê pêşkêşkirin.”

 

Afirênerê hunerê çavtirsandî kirine

Di operayê de 7 hunermend wê cihê xwe bigirin û ji wan 2 jî Kurd in. Herçî diyalog e, metn bi Kurdî û Elmanî ne, stran bi xwe hemû bi Kurdî ne. Em helbet meraq dikin, çima li Wiesbadenê ev nîşandana qismî ya pêşî: “Karê operayê karekî pirr buha ye. Min ligel gelek malên Operayê li Elmanyayê xeber da. Te dît, çawa bi Kurdiya me dibêjin, xarê Kurdî jî bive ye, her kes xwe lê nake xwedan. Nexasim peywendiyên Elman û Tirkan pirr bi hêz in û her babeta hunerî ya bi navê Kurdan, tirsê dixe dilê rêveberên opera û şanoyên li Elmanyayê, ji ber ku ev dikare mişkileyekê jê re çêke. Rêveberê şanoya bajêr a Wiesbadenê Uwe Eric Laufenberg, ji kêm kesan e ku ji bo azadiya huner kar dike. Ji ber vê jî gelek meslee jî hatine serê wî. Sermeselê, di van Mainfestspiele de, wezereta çandê ya Ukraynayê xwest, cih nede stranbêja Rûs Netrebkoyê; wî ev daxwaz red kirin. Min ji Uwe Eric Laufenberg re got, wî got bila naxwe di nava bernameya Mainfestspiele de cih bigire. Me gelek rêveberên mal, şano û operayên li Elmanyayê û derveyî wê jî vexwendin, ew ê karibin bibînin ku tiştekî li dijî neteweya Tirk tê de nîne.”

 

Berheme neteweyî ye

Meseleya hunermenda operayê Pervîn Çakar a li ser projeyê ez bi bîra Îhsan Osman dikim. Ew jî dibêje, “Mem û Zîn metneke neteweyî ye. Yek xwediyê metnê heye, ew jî Ehmedê Xanî ye. Her kes dikare ji wê metnê berhemên hunerî çêke. Ez rêz jê re digirim. Wê hez kiriye, lê şiyan meseleyeke din e. Sermeselê, ez dikarim hez bikim Mem û Zînê bikim film, lê gava tu hatî te Mem û Zîn kir film, te fikra min nediziye. Heger wê metn nivîsiye, libretto çêkiriye, muzîk çêkiriye, pere peyde kirine, û kesekî din we kiriye, hingê ew heq e. Lê heger ew dibêje, min hez kiriye Mem û Zîn bikim opera, kesî pêşî lê negirtiye, em dikarin bi dehan caran Mem û Zîn bikin opera. Ew jî dikare vê bike. Cem Îdîz ji min re got, Pervîn xanimê jê re gotiye, ew Tirk e nabe ku Mem û Zînê bike opera û wî jî gotiye, 'ma nabe ez çîrokeke hindî bînim bikim opera?'.”

Îhsan Osman konsepta xwe ya operaya Mem û Zînê nîşanî qederê 15 dramaturg û ehlê operayê daye. Ew dibêje, “Wan got, gava mirov guhê xwe didiyê mirov qet bawer nake ku opereyeke hevçax e, mirov dibêje qey yeke klasîk e, ji serdema Mozart wan e. Texmîna min ew e muzîka wê ji bo guhên Ewrûpiyan pirr baş tê. Emê şemiyê berê xwe bidinê. Min heta niha 15 opera çêkirine, ez bawer dikim muzîka wê û danîna strana wê jî wê serketinê bi dest ve bîne. Lewma bi ya min Cem Îdîz karekî pirr baş kiriye.”

 

Da ku xelk nebêje Kurd nikarin operayê çêkin 

Ihsan Osman ji ber ku ev operaya yekem a li ser Mem û Zînê ye, rabûna kela canê xwe venaşêre û dibêje, “Ez bawer dikim, ev operaya yekê wê mohra xwe li hunerê me bixe. Kurdan di jiyana xwe de her hewl dane , pêkol kirine ku çand û nasnameya xwe biparêzin. Dijminê Kurdan jî hewl dane ku Kurdan weke hov, nezan û terorîst nîşan bidin. Niha di festîvaleke weke Mainfestspiele de cihgirtina me îfadeya wê yekê ye ku em miletek in û dikarin hunerekî pirr bilind ê weke operayê jî pêşkêş bikin. Ev hedefa min a herî sereke ye.”  

Axir ez ê şemiya bê, li derhêneriya operayê ya Îhsan Osman, bestekariya ji bo Mem û Zînê ya Cem Îdîz, dengê soprano Ozlem bulut, Tenor Angelo Pollak û piyanojeniya Fiona Pollak re şahidiyê bikim. Kela canê min jî rabûye, lê helbet ne bi qasî ya Îhsan Osman. Ji 11 stranên operayê, tenê 6 wê bên pêşkêşkirin. Lê belkî bibe qismet ku sala 2024´an piştî vê pêşkêşkirinê rêveberên operayên Elmanyayê û derveyî Elmanyayê yên wêrek, Mem û Zînê bibin malên xwe yên hunerî. Hingê jî dibe ku bibe qismetê min ez li temamê wê temaşe bikim. 

Kurdistan her red kirin

Îhsan Osman behsa serbihuriyeke xwe ya bi wezareta karê derve ya Elman re jî kir, ka çawa wê timî projeyên hevnaskirina çandan ên ku tê de navê Kurdistanê hebûye, red kirine. Paşê jê re gotine, li Şûna Kurdistanê Iraqê binivîse, proje wê qebûl bibin. Ew jî wiha dike, gava li Şûna Kurdistan, Iraqê û li kêleka wê Kurdistanê dinivîse, projeyên pevguherîn û hevnaskirina çandê yên Îhsan Osman hatine qebûlkirin.       

 

* Sibe (12´ê Gulanê) û 19´ê Gulanê jî wê bê nîşandan. 

** Weke nimûne Evdile Smaîl salên 1980´yî li Dihokê hewl da we operetekê pêşkêş bike. Nivîsa vê amade ye, lê operet nehatiye pêşkêşkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.