Bernameya Yenisahne ya meha Nîsanê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 5 Nîsan 2025 - 00:33

Yenisahne ku li Batmanê xebatên xwe yên çandî didomîne bernameya xwe ya vê mehê eşkere kir. Bername bi lîstika "Sera Pîra" dest pê dike, bi "Domuz Ahiri" mehê temam dike.


Li gor bernameyê 5'ê mehê lîstika Şaneşîn Performansê "Sera Pîra" û 6'ê mehê jî listika "İçerinin de İçerisinde" bê lîstin. Lîstika wan "Bekoyê Ewan" wê rojên 10 û 17'ê mehê li ser dikê be. Lîstika Şano Ar "Qral û Travîs" 12'yê mehê, lîstika Teatra Ba "Wezîrtî Para Min e" jî 13'yê mehê tê lîstin.

Bername 19'ê mehê bi lîstika "Xal û Xwarzî", 24'ê mehê jî lîstika "Karmakarişik" dîdome û bi îstika "Domuz Ahiri" ku 27'ê mehê wê bê lîstin temam dibe. Her wiha vê mehê konserek jî heye: Hunermend Turan Şengul roja 25'ê mehê wê li ser dika Yenîsahneyê be.

Hemû çalakiyên wan saet 20'an de dest pê dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.