15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî îsal li dijî qedexeyan û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê wê bi berxwedanê bê pêşwazîkirin. Rêvebera Navenda Komeleya Lêkolînê ya Ziman Çand û Hûnerê ya Wanê (ARSÎSA) Evîndar Akbûlût, bi minasebeta rojê axivî û got divê her roj û her saet bibe kurdî.
Evîndar, anî ziman ku ji bo dewlemendiya zimanê kurdî polên xwe vedikin û xwendekaran di van polan de kom dikin û anî ziman ku gel bi her awayî xwedî zimanê xwe derdikeve. Evîndar, da zanîn ku gelên Wanê tevlî xebatên ziman dibin û di polan de cihên xwe digirin û got:“Bi vê awayî em dixwazin ku zimanê me hîn bêtir dewlemend bibe. Ji ber vê yekê jî em kar û xebatên xwe yên ziman dimeşînin û şagirtên xwe kom dikin. Bi perwerdehiya zarokan em xebatê xwe berdewam dikin.”
Evîndar, bal bire li ser 15’ê Gulanê û got bi minasebeta vê rojê plansaziyên wan jî hene û got:“Plasaziyên me wê ji 13’yê Gulanê dest pê bike û heta 19’ê gulanê dê berdewam bike. Ne bi tenê di 15’ê Gulanê de, her dem her der em dixwazin kurdî be. Bi pêşengiya jinê wê meşa me ya ziman hebe. Her wiha plansaziya me de pêşbirk heye. Şagirtên me yên ku polên wan xilas bûne re em ê belgeyên wan bidin. Di bernameyê de şahî heye.”
Bernameya ARSÎSA yê ya ji bo 15’ê Gulanê bi vê rengî ye:
* 10'ê Gulanê: Li avahiya saziyê civîna aşkerakirina plansaziyê Saet: 13.00
*12'yê Gulanê: Li Goristana Feqiyê Teyran, bernameya taybet a zimanê kurdî Saet: 13.00
* 13’yê Gulanê: Li Kolana Hunerê daxuyaniya û meşa Jinan a ji bo zimanê kurdî Saet: 13.00
* 13’yê Gulanê: Li Navenda Çandê ya Nûdayê ya li Hacibekîrê şeva dengbêjan Saet: 19.00
* 14’ê Gulanê: Li DEM Partiyê serdana dayik û Dayikên Aştiyê Saet: 12.00
* 14’ê Gulanê: Li ŞanoWanê belgedayîna şagirtan, stran û helbest Saet: 19.00
* 15’ê Gulanê: Li Kolana Hunerê daxuyanî û meş Saet: 13.00
*15'ê Gulanê: Li BASK-DER'ê Şahiya ciwanan Saet: 16.30
* 16’ê Gulanê: Li Navenda Çandê ya Nûdayê ya li Hacibekîrê pêşbirk û şahî Saet: 19.00
* 19’ê Gulanê: Li ARSÎSA yê îmzekirina pirtûka nivîskar Sîdar Jîr Saet: 18.00"
JINNEWS/WAN